Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2021-11-24 17:05:20   EDENE - Li Edeneyê Ekîn Yildiz Gokçe, ji aliyê kes an kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin. Têkildarî cînayetê 3 kes hatin binçavkirin, li kesekî jî tê gerandin.    Ekîn Yildiz Gokçe ya 20 salî li Taxa Atakent a girêdayî navçeya Yuregîr a Edeneyê bi awayekî bi çekê birîndarkirî hat dîtin. Gokçe ya ku tê texmînkirin li jêrzemîna avahiyekê gule lê hatine reşandin û xwe kaşkirinê derketiye baxçeyê avahiyê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Gokçeyê ji bo kirariyên otopsiyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Edeneyê. Polîsên ku têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin, 3 kesên ku li avahiya Gokçe lê hat birîndarkirin dijîn, binçav kirin. Ebûbekir T. yê tê texmînkirin destê wî di cînayetê de heye tê gerandin.