Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin 2021-11-25 16:39:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî tundiyê li qadan gotinên xwe kirin yek, bi gotina “Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin” bersiv dan polîtîkayên hikumetê.   Jinên ku bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê li gelek bajaran daketin qadan gotin 'Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin' û daxwaza pêkanîna Peymana Stenbolê kirin.    STENBOL    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Aksaraya Stenbolê, li ber Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê daxuyaniyek da. Jinên ku pankarta “Em dest ji maf û jiyana xwe, têkoşîna xwe ya wekhevî û azadiyê bernadin” vekirin gelek caran dirûşmên “Jin bi hev re bi hêz in” û “Bijî têkoşîna me ya jinan” berz kirin. Sekretera jinan a Şaxa SES’ê ya Aksarayê Hadîme Dûrsûn axivî û wiha got: “Em jin li her qada civakî hene û em ê hebin jî. Dinya li dora keda me digere. Em ê di her şert û mercî de xwedî li jiyana xwe û keda xwe derkevin.” Dûrsûn, daxwazên xwe jî rêz kirin.    ENQERE   Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî 25’ê Mijdarê de daxuyaniyeke nivîskî da.    ÎHD’ê diyar kir ku Tirkiye cihekî ku tundî ji aliyê siyasetê ve tê destekkirin e û wiha got: “Lê belê em jinên ku li kolanan, li malan, li cihê kar bi xeteriya jiyanê re rû bi rû dijîn, ji bo her mafekî têdikoşin û em vê yekê didomînin. Em ne ji Peymana Stenbolê vedikişin, ne jî serî li ber wan kesên ku mafên me xesp dikin ditewînin.”   EDENE   Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê jî têkildarî rojê li avahiya xwe daxuyanî da. Gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka Komîsyona Mafên Jinan a Şaxa ÎHD’a Edeneyê Parêzer Zelal Demîray li ser navê jinan daxuyanî xwend. Demîray qala daneyên di rapora tundiya li ser jinê ya Wezareta Karên Navxweyî de kir û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku heta peymana Stenbolê ya ku yek ji destkeftiyên me yên herî mezin e ji nû ve were îmzekirin û heta dawî li kuştin, tundî, tacîz, tecawiz, her cure polîtîkayên cihêkar ên li dijî jinê bînin û têbikoşin.”   DI SALEKÊ DE 8 JIN HATIN QETILKIRIN   Demîray, daneyên li ser tundiya li hemberî jinê ya di navbera 1’ê Çileya 2021’ê û 25’ê Mijdara 2021’an de li Edeneyê hat kirin wiha parve kir: “8 jin hatin qetilkirin. Di encama tundiya mêr de hezar û 438 jin birîndar bûn. Heqaret li 2 hezar û 750 jinan hate kirin. 38 jin rastî êrîşa zayendî hatin. Pênc jin rastî tecawizê hatin.”    Şaxa Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya Partiya Gel a Komarê (CHP) li ber Salona Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ayten Dolançay axaftineke kurt kir û der barê xebatên xwe de agahî da.    HATAY   Platforma Jinan a Îskenderûnê jî li Bazara Tiştên Kevin a Berê ya navçeya Îskenderûna Hatayê daxuyanî da. Gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn û bi pankartên bi nivîsa “Em li dijî tundiyê, şer, desthilatdariya mêr, qeyrana aboriyê di serhildanê de ne” û “Em hezkirina ku dikuje naxwazin” tundiya zilaman şermezar kirin.  Jinan li gel muzîkê govend gerandin û her tim dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî hevgirtina jinan” berz kirin. Di daxuyaniyê de Berdevka Demê ya Platforma Jinan a Îskenderunê Fîlîz Yeşîldag axivî û wiha got: “Di 10 mehên destpêkê yên sala 2021’ê de li Tirkiyeyê 326 jin, di meha Cotmehê de 22 jinên tên zanîn hatin kuştin, 53 jin jî ji ber rastî tundiyê hatin gilî kirin, 9 jin rastî îstîsmara zayendî hatin û destdirêjî li 280 jinan hat kirin. Desthilatdariya siyasî ku divê di têkoşîna li dijî tundiyê de roleke aktîf bigire, tevî ku cînayetên jinan rê li ber şikestinekê vedike jî, tu tedbîran nagire. Em jin careke din îlan dikin ku em ê bi ruhê têkoşînê yê 25’ê Mijdarê teslîmî tundî, kedxwariya kedê, serdestiya mêr nebin.”   ŞIRNEX   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê  de, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kolana Hunerê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê meş li dar xist. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek jin beşdarî meşê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî nijadperestî û zayendperestiyê dem dema azadiyê ye” hat vekirin. Her wiha dovîzên “Jin jiyan azadî” , “Dagirkerî neyarê jinê ye” , “Heta jin azad nebe civak azad nabe” hatin rakirin.    Meş bi dirûşmeya “Biji berxwedana jinan” dest pê kir. Piştre li ser navê jinan parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî. Îmîr, diyar kir ku AKP û MHP dixwazin hişmendiya serdest a mêr bidin ava kirin û got: “Ji bo vê her roj jin tên qetilkirin. Kesên kujer ji aliyê AKP'ê ve tên parastin. Şerê serdestan li dijî jinên kurd e. Di şexsê jinên kurd de dixwazin têkoşîna gelê kurd tune bikin. Lê çawa ku jiyan bi jinan dest pê kiriye, wê bi têkoşîna ku bi pêşengiya jinan hatiye destpêkirin bi mîsoger bibe.”    Piştî axaftinê jin heta ber avahiya HDP’ê ya navçeya Sîlopyayê meşiyan. Meş, bi dirûşmeyan bi dawî bû.   RIHA   Platforma Jinan a Rihayê jî li Qada Topçû ya navçeya Halîliye ya Rihayê daxuyanî da. Jin bi dirûşmeya “Jin jiyan Azadî” û tililiyan ketin hûndir. Zeynep Dîlek Polat û li ser navê platformê axivî wiha got: “Tundiya li ser jinê polîtîk e û rêya herî girîng a pêşîgirtina li vê tundiyê têkoşîna jinê û hevgirtina jinan e.”   Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî wiha axivî: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo Peymana Stenbolê heta dawiyê bilind bikin. Berpirsiyarê Îpek Erê nehat cezakirin. Kesên bi unîforma nayên cezakirin. Em ê hesaba Îpek Er, Gulîstan Doku û jinên hatine qetilkirin bipirsin.” Endama Meclîsa CHP’ê Erbîl Aydinlik jî wiha got: “Îro tundiya li ser jinê ne tenê kuştin e. Polîtîkaya hikûmetê ew e ku jinê di malê de bihêle, em vê qebûl nakin. Em dibêjin wê Peymana Stenbolê bide jiyîn.”   JI BAROYÊ DAXUYANÎ   Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê jî têkildarî 25’ê Mijdarê li pêş avahiya baroyê daxuyanî da. Seroka Navenda Mafên Jinan Dîlara Înal Gulhan di daxuyaniyê de axivî û got: “Divê têkoşîna li dijî tundiya li jinê li her qadê bê meşandin. Heta komkujiyên li ser jinan û tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome.”    SEMSÛR   Platforma Jinan a Semsûrê tevî barana zêde ya li bajêr jî li Parka Demokrasiyê daxuyanî çapemeniyê da. Eylem Yildirim a li ser navê jinan di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Em îro bi awayekî hîn bi hêztir û hîn bi rêxistinkirî li jiyan û mafên xwe xwedî derdikevin. Em dest ji şerê xwe yê wekhevî û azadiyê bernadin . Em serhildana xwe mezin dikin.”