Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin 2021-11-26 15:48:23   AMED/RIHA - Şaxên OHD'ê yên Amed û Rihayê ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin daxuyanî dan. Parêzêran destnîşan kir ku daraz bûye bêdengkirina muxalefet û jinan.   Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin li avahiya xwe daxuyaniyek dan. Komeleya Jinan a Rosa û parêzêrên ku li Doza Kobanê dinêrin beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla parêzer Halîse Dakalî ve hat xwendin.    Dakalî diyar kir ku demek dirêj e daraz têkoşîna jinan hedef girtiye û bi vê şêwazê dixwaze têkoşîna jinan têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel hemû pêkanînên siyaseta mêran a der barê jinê de, em îro li vir in û şîdeta dewletê ya li dijî têkoşîna jinê ya ji aliyê darazê ve tê meşandin û daxwaza tasfiyekirina têkoşîna jinê her çendî neyê dîtin jî bi we re parve bikin. Li Tirkiyeyê saziyên ku li dijî tundî, îstîsmar û pêkanînên newekheviyê yên li ser jinan têdikoşin, ji aliyê darazê ve hewl tê dayîn ku zextê li wan bê kirin. Bi vî awayî saziyên jinan tên girtin, yên ji bo jinan têdikoşin tên girtin û bi zextên edlî re rû bi rû dimînin. Yek ji wan jî Doza Kobane ye. Di vê dozê de bi destê darazê tê xwestin tundiya dewleta-mêr têkoşîna jinan bifetîsîne.”   'TÊKOŞÎNA JINAN TÊ CEZAKIRIN'   Dakalî di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku di dosyaya doza Kobanê de çalakiyên jinan wek sûc tê pêşberî wan û got: “Di lêpirsîna ku 6 sal berdewam kir de tu binçavkirin nehat kirin, di dosyayê de biryara nepentiyê hat girtin û di encama operasyoneke siyasî de gelek kes bi awayekî komî hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de; Gelek jinên ku têkoşîna jinan dimeşînin û wekî parêzvanên mafên jinan dimeşînin hene. Di dosyayê de kiryarên jinan ên di çarçoveya têkoşîna xwe de tên sûcdarkirin.”   ‘DARAZ BÛYE AMÛRA BÊDENGKIRINA MÛXALEFETÊ Û JINAN’   Piştî daxuyaniyê parêzer Cemîle Turhalli axivî û destnîşan kir ku têkoşîna jinan xweser û deskeftiyek ji bo hemû jinên cîhanê ye û got: "Li gorî pratîka darazê ya van demên dawî, daraz bûye amûra bêdengkirina mûxalefet û jinan. Herî zêde jî hewl dide jinên ku diaxivin bêdeng bike. Her jineke ku nikarîbûn bêdeng bikin ji aliyê darazê ve hewl tê dayîn bê bêdengkirin. Çawa ku hemû êrîşên li ser hevalên me yên jin li ser esasê têkoşîna jinan tên kirin, gotinên jinên weke Gultan, Sebahat û Aysel jî bi civakê re nayên dîtin. Armanca dozê ew e ku pêşî li rabûna tevgera jinên kurd bê girtin û wê bifetisînin. Mîna ku em her tim dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Divê her darizandina li dijî jinan weke darizandinek polîtîk bê dîtin. Wekî di têkoşîna jinê de muxatabê me jî civak bi xwe ye. Em her kesî vedixwînin rûniştina dozê ya li 29 Mijdarê de Sîncan a Enqereyê. Weke ku Sebahat got, 'Gotineke me heye û hêza me heye ku em bikin".”   'POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN'   Parêzên Ozûm Vurgûn jî axivî û destnîşan kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de li ser hemê jinan de tundiyeke darazê heye û wiha axivî: “Ayşe Gokkan bi salan e têkoşîna jinan dide. Bi destê darazê, desthîlatdar li dijî jinê şerekê daye destpêkirin. Girtîgeh ne cihê darizandina jinan û binpêkirina mafan e. Li Girtîgehên Amedê de binpêkirina mafan heye. Bi kamerayan jiyana wan a taybet tê binpêkirin. Gelek girtiyên nexweş henin ku nayên derman kirin û tehlîye kirin. Ev polîtîkayên bêkêfî nayê qebûl kirin û hemû sûc in. Ev polîtîkaya şerê taybet e.”   RIHA    Şaxa OHD’ê ya Rihayê jî ji bo balê bikişînin ser jinên ji Doza Kobanê tê darizandin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Platforma Jinan a Rihayê jî piştevanî dan parêzeran û beşdarî civînê bûn. Ji parêzerên dozê Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî xwend. Ozbîngol banga beşdariya danişîna dozê ya ku wê di 29’ê mijdarê de were lidarxistin kir û xwest jin piştevaniya jinên girtî bikin.