Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye 2021-11-26 16:57:52   SÊRT - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku jinan li her qadên jiyanê berxwedana xwe mezin kir û şansê yê hember nîne ku li hember vê berxwedanê bi ser bikevin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê di çarçoveya civîna xwe ya bi navê “Li dijî tundiyê, li dijî şer, li dijî xizaniyê dema azadiya jinan e” panelek li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Cîgira Seroka Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş û gelek kes beşdarî panela ku li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Sêrtê hat lidarxistin bûn.    Sînevziyona ku li ser polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê hatibû amadekirin, hat pêşandan. Pişt re Eren Keskîn axivî.    ‘MUXALÎF XWEDÎ LI JINÊN KURD DERNAKEVIN’   Keskîn bal kişand ser têkoşîna jinan a li bajarên kurdan ku gelekî girîng e û wiha got: “Mixabin kesên ku li gelek deverên Tirkiyeyê ji bo jinên ku ji ber lixwekirina kincên biçûk rastî heqaret û êrişan hatin, li dijî dîmenên Ekîn Wan derneketin. Cenazeyê Ekîn Wan hat pêşandan. Ev rastiyek e. Berteka li dijî herduyan jî divê mezin bûya. Li dijî êrişên zîhniyeta zilamsalarî divê bi awayekî bêperwa xeta têkoşînê bê avakirin. Lê jinên kurd di bin du standardên kesên ku dibêjin ew muxalif in, tên. Ji ber vê yekê divê jinên Kurd li vê erdnîgariyê bi berxwedanê hîn xurtir bin. Êrişa li dijî jinên Kurd ne tenê li erdnîgariya Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê jî tê kirin. Damarek heye ku îtaat nake. Hûn vê damarê diafirînin.”    ‘DEWLET DIJMINATIYÊ DIKE’    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî destnîşan kir ku dewletê li dijî jinan konsepta êrişek topyekûn daye destpêkirin û got: “Dewlet dema viya dike, bi zilaman re li hev dike. Zilam li her derê vê tundiyê disepîne. Çimkî dizane li pişt wan dewlet. Çimkî bi polîtîkaya bêcezakirinê ya dewletê bawer e. Rojê pênc jin tên kuştin. Ev îqtidar li dijî kurdan û jinan dijminatiyê dike.”      POLÎTÎKAYÊN ŞERÊN TAYBET    Beştaş diyar kir ku li li ser jinan fihûş û tiryak tê ferzkirin û got: “Zihniyeta ku leşker û polîsan tîne ser îfadeya me, destê xwe nade kesên ku li kuçe û kolanan tiryakê difiroşin. Ew kesên ku jinan dikişînin nav fuhûşê, destwerdanê nake. Armanca wan paşdexistina têkoşîna jinên Kurd e. Ji bo jinên Kurd bêrûmet bikin. Lê belê ew jî dizanin ku xeta berxwedanê ya jinên Kurd roj bi roj xurtir dibe. Li dijî fuhûş û tiryakê xwe birêxistin dikin. Li girtîgehan li ber xwe didin. Di hemû qadên jiyanê de berxwedanê mezin dikin. Li hemberî jinan şansê wan nîne ku bi ser bikevin."   ‘HEVRÊYÊN DENÎZ BERXWEDANÊ MEZIN KIRIN’    Beştaş da zanîn ku roja ku Denîz Poyraz hatiye qetilkirin çûye cihê bûyerê û wiha got: “Eşkere bû ku bûyer ji aliyê kesekî ve nehatiye kirin. Li wir cînayetek plankirî hat kirin. Bi vê armancê peyamekê bidin jinên Kurd ên li hemberî Poyraz li berxwe didin. Bi vê peyamê xwestin ku gavekê paşde bavêjin. Lê belê hevrêyên Denîz paşve gav neavêtin. Berxwedana wan mezin bûye.”   Beştaş di dawiya axaftina xwe de gotina “Heke jin azad nebe, civak azad nabe” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi bîr xist.    Panel bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.