Ji KA.DER’ê civîna bi rojeva hilbijartinê 2021-12-02 14:53:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi armanca ku xwe ji hilbijartinan re amade bike û tecrubeyên xwe parve bike KA.DER bi akademîsyen û siyasetmedaran re civînek li dar xist.    Lijneya Rêveberiya Giştî ya Komeleya Destekkirina Namzetên Jin (KA.DER), derbarê nîqaşên hilbijartinan de bi endamên Lijneya Şewirnendiyê, şax û nûnertiyên xwe re civînek li dar xist. Akademîsyen Prof. Dr. Gulgun Erdogan Tosûn, Prof. Dr. Fatmagul Berktay, Dr. Zeynep Banû Dalaman û Doç. Dr. Sevgî Ûçan Çûbûkçû, nêrin û xebatên xwe yên ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî ya derbarê hilbijartinan de parve kirin.    Seroka Giştî ya KA.DER'ê Nûray Karaoglû ku axaftina vekirina civînê kir, di mijara tevlîbûna jinan a hilbijartinan de tecrubeyên xwe parve kirin.    Di beşa duyemîn a civînê de jî jinên KA.DER’î b hev re danûstandinê kirin.