Dozger xwest faîlê tecawizê Orhan were girtin 2021-12-03 11:44:45   SÊRT - Danişîna biryarê ya doza çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û ber bi întîharê ve kişand, dest pê kir. Dozger xwest ku faîl Orhan were girtin.    Danişîna 5’emîn a doza derbarê çawişê pispor Musa Orhan ê ku tecawizî Îpek Er kir û ber bi întîharê ve kişand de bi sûcê “êrişa zayendî ya biwesf” hatibû vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê dest pê kir. Malbata Er, parêzerên Er’ê, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel û Nûran Îmîr, gelek serokên baroyan, endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Jinan a Rosayê beşdarî danişînê bûn.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê û rojnamevan negirtin eywana danişînê.    TELEFON HATIN GIRTIN   Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir, faîl Mûsa Orhan ji 35’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi SEGBÎS’ê beşdar bû. Serokê dadgehê bi hêceta ewlehiyê diyar kir ku bikaranîna telefonan a li eywana danişînê qedexeye û xwest bên girtin.    Parêzer li dijî vê qedexeyê derketin û xwestin şert û mêrcên azadiya agahî girtinê bên avakirin û telefon bên vekirin. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl nekir.    DAXWAZA BEŞDARBÛNA WAN HAT REDKIRIN   Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê û Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bisekinînin (KCDP) xwestin beşdarî danişînê bibin lê dadgehê yek dengî daxwaza wan red kir. Parêzer li dijî vê derketin û xwestin ji ber saziyên jinane û mafên jinan diparêzin daxwaza wan bê qebûlkirin. Dadgehê xwest ku parêzer bi daxwaznameyê îtîraz bikin. Piştî daxwaza tevlîbûna danişînê dadgehê evraqên hatin dadgehê xwendin û bi lêv kir ku nivîsa ji şîrketa Facebookê re hatiye nivîsin nehatiye bersivandin.    DAXWAZA GIRTINÊ    Pişt re dadgehê mafê axaftinê da dozger. Dozger mutalaya xwe dubare kir û xwest bersûc were girtin. Parêzerên pişt re mafê axaftinê girtin xwestin bersûc were cezakirin û girtin.