4 kesên ku bi gefê fihûşê ferz dikirin hatin binçavkirin 2021-12-19 10:55:13   ENQERE - Li Etîmesgûtê 4 kesên ku jinekê desteser kiribûn û fihûşê lê ferz dikirin hatin binçavkirin.    Li navçeya Etîmesgûtê ya Enqerê, 4 kesên ku jina bi navê G.C. desteser kiribûn û fihûşê lê ferz dikirin hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku ji faîlan A.A. bi destûr ji girtîgehê derketiye. Faîlên ku derbarê wan de bi sûcdariya "fihûş" , "desteserkirin" û "gefê" kirarî hat kirin sewqî Serdozgeriya Komarê ya Enqerê hat kirin.    G.C. jî radestî dayika wê kirin.