Jinan bang li desthilatê kir: Em ne ditirsin ne jî bêdeng dimînin 2022-01-25 17:02:02   ENQERE – Platforma Jinan a Enqereyê bertek nîşanî hedefnîşandana siyasetmedar, hunermend û rojnamegerên jin dan û wiha gotin: “Em ê piştevaniya xwe ya li dijî tundiya mêr-dewletê mezintir bikin û tu carî dev ji gotina jin bi hev re bihêztirin bernedin.”    Platforma Jinan a Enqereyê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî hedefnîşandana jinên siyasetmedar, rojnameger û hunermend dan. Di vê çarçoveyê de platformê li Şaxa Hejmar 2 ya Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Enqereyê civînek li dar xist. Di civînê de pankarta “Hûn nikarin zimanê me jê bikin, nikarin me bêdeng bikin. Em ne bêdeng dimînîn ne jî ditirsin” daliqandibûn.    Gelek jin jî di civînê de amade bûn û li ser navê platformê yek ji endaman Nîsan Çira axivî. Çira got ku tevî hemû zext, êriş û astengkirinan jî têkoşîna hevpar a jinan aj dide.    JIN BI HEV RE BIHÊZ IN   Çira da zanîn ku pergala mêrserwer bi rêya tundiyê hewl dide jinên ji bo mafên xwe têdikoşin tepisîne û wiha domand: “Vê pergalê hebûna xwe li ser beden, nasname û keda jinê ava kiriye. Herî dawî jî siyasetmedar Semra Guzel ku têkoşîna siyaseta demokratîk dide, hunermend Sezen Aksu û rojnameger Sedef Kabaş bûn armanca êrişan. Li dijî vê neheqiya li Sedef Kabaş, Gulşen, Semra Guzel û Sezen Aksu hatiye kirin em ê bêdeng nemînin, dengê xwe bilindtir bikin, piştevaniya xwe ya li hemberî tundiya mêr-dewletê xurtir bikin û dev ji gotina jin bi hev re bihêztir in bernedin.”    HIQÛQA DIJMIN DI MERIYETÊ DE YE   Di berdewamê de jî Çira bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha domand: “Desthilatdarî kengî bikeve tengasiyê, wek karê destpêkê êrişî girtîgehan dike. Daxwazên herî mirovî yên girtiyan red dikin û xistine tecrîdê. Bi taybet jî li dijî girtiyên nexweş rejîma mirinê xistine meriyetê. Bi tena serê xwe neberdana nexweşên giran ku nikarin li girtîgehê bimînin jî dibe rêbazeke îşkenceyê. Herî dawî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ji bo hêja Aysel Tugluk got ku ‘nikare di girtîgehê de bimîne.’ Ev yek nîşan dide ku desthilatdarî bi awayekî vekirî sûc dike û hiqûqa dijmin xistiye meriyetê.”   SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Di van sê mehên dawî de 2 jinên trans hatin kuştin û 3 jî bi giranî birîndar bûn. Ev bûyer li pêş çavên polîsan çêbû lê polîsê ku di destê wî de çay hebû ji wan jinan re got; ‘ez mecbûr nînim we biparêzim.’ Ne girtek girt û ne jî delîlek kom kir. Di danişîna doza Denîz Poyraz de jî me di şexsê kujer de dît ku li pişt wan desthilatdarî, daraz û hêzên ewlekariyê hene. Kujer hêza xwe ji vir digire lewma ewqas bi rehetî çêran li dayika Denîz Poyraz dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku li pêşiya dadgehan û li kolanan jin hene. Ev desthilatdarî ne tenê li dijî jinan, li dijî Kurdan, li dijî LGBT+ û hemû mirovahiyê sûcên li dijî mirovahiyê dike.”