Meclisa Jinan a HDP’ê: Armanca ji êrişa li dijî Guzel dê hasil nebe 2022-02-07 15:21:11 AMED -  Meclisa Jinan a HDP’ê derheqê êrişên li ser siyasetmedarên jin daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrişên li dijî parlamenter Semra Guzel û jinên siyasetmedar encama têkçûna desthilatdaran e û dê armanca van êrişan hasil nebin. Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî zextên li ser siyasetmedarên jin, li avahiya xwe daxuyaniyek da. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘ÊRIŞ, LI DIJÎ HEMÛ JINAN E’   Berdevka Meclisa Jinan Yasemîn Uçer daxuyanî xwend û da zanîn ku desthilatdarî bi tirsa têkçûna xwe, êrişî siyaseta demokratîk û têkoşîna azadiyê ya jinan dike. Uçer bi domdarî jî ev tişt anî ziman: “Polîtîkaya wan a nîjadperest û zayendperest têk diçe. Lewma êriş dikin û hewl didin partiyê bigirin. Bi taybet êrişî jinan û hemû civakê dikin. Bi hişmendiya serdema navîn, tecrîd û îşkence xistine meriyetê.”    ‘DÊ ARMANCA WAN HASIL NEBE’   Bi domdarî jî Uçer anî ziman ku êrişa li dijî parlamenter Guzel jî encama heman polîtîkayê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daraz, bûye lîstika destê wan. Ji bo ku mizginiyê bidin desthilatdariyê, bi lez û bez fezleke amade kirin. Bi kampanyaya êrişa li dijî Guzel re careke din xuya bû ku ji bo jina kurd di siyasetê de tesfiye bikin, tu dadgeh û qanûnan nas nakin. Lê çi dikin bila bikin dê armanca wan a ji vê êrişê hasil nebe.”   ÊRIŞA FAŞÎST Û ZAYENDPEREST   Piştre jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag axivî û got ku li dijî Guzel, êrişeke faşîst û zayendperest tê kirin. Dag axaftina xwe wiha xelas kir: “Wêneyên behsê xeberê, di pêvajoya çareseriyê de hatine kişandin. Mîna hemû jinên kurd, birêz Semra Guzel jî bi hêviya azadî û aştiyê ev wêne kişandibûn. Ev wêne, di heman demê de rastiya Kurdistanê, gelê kurd û jinên kurd vedibêje. Ev êriş, êrişeke li dijî nasnameya jinên kurd e. Kesek dê nekare xwe li ber hêviya azadî û aştiyê ya jinên kurd bigire. Ew diçin bi kujerên jinan re wêneyan dikişînin. Yên ku wêneyên wan bi kujerên jinan re hene, nikarin parlamentera me bidarizîne. Semra Guzel parlamentera me ye û dê her wisa bimîne.”