Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin 2022-02-13 09:03:13   ŞIRNEX - Rismiye Acar, dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar, diyar kir ku rewşa keça wê giran dibe û got: "Li gorî xwe dermanan didin wan. Ne bijîşk, girtîgeh bi xwe dide wan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."   Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di sala 2021'ê de li seranserê girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran herî kêm hezar û 605 nexweşön girtî hene. Tevî raporên “nikarin de girtîgehê de bimînin” jî nayên berdan.    Ji girtiyên rewşa wan giran yek jê jî Tenzîle Acar e. Acar, di Girtîgeha Bakirkoy a Stenbolê ya Jinan de ye. Acar ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD'ê de ye,  nexweşîna Hepatît B, lê peyda bûye. Acar ku bi salan di nav xebatên jinan de cih girtiye, di sala 2015'an de hatiye girtin û 16 sal cezayê girtîgehê li wê hatiye birîn. Rewşa Acar her roj giran dibe û bi tu awayî nayê tedawikirin.    Dayika wê Rismiye Acar (45) anî ziman ku ew naxwaze cenazeyê keça wê ji girtîgehê derkeve û xwest keça wê bê berdan.    'TU NEXWEŞIYÊN WÊ TUNE BÛN'    Dayik Acar, bilêv kir ku beriya girtinê tu nexweşînên keça wê tune bûne û got: "Tenzîle xwendekar bû. Pişt re derbasî Stenbolê bû û li wir jî tevlî nav refên PKK'ê bû. Piştî çend salan di nav de ma li Stenbolê hat girtin. Miroveke gelek kêfxweş bû. Pir dixwwest alîkariya hevalên xwe bikira. Heya nehatibû girtin tu nexweşiyên wê tune bûn. Ciwaneke gelek jîr bû. Lê ji ber ku derfet tune bûn, me nehişt dibistanê bixwîne. Pişt re di nav xebatên partiyê de cihê xwe girt."    'LI GORÎ XWE DERMANAN DIDIN GIRTIYAN'   Acar, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berdana keça wê ferz e û got: "Ji roja hatiye girtin heya niha nexweş e. Nexweşiya wê jî her diçe girantir dibe. Tedawiya nexweşiya wê jî tune ye. Dema ku diêşe jî wê nabin nexweşxaneyê. Tenê carekê wê birine ew jî bi awayekî kelemçekirî birine. Piştî 4 salan wê birine nexweşxaneyê. Bi jineke girtî re leşkerên mêr bikevin odeyê wê çawa tedawî bibe? Ev jî ne însanî ye. Ji ber vê nêzikatiyê jî wê tedawiya wan red kiriye. Tenê carekê biribûn ew jî 2 mehan wê di hucreyê de hiştin. Keseke nexweş û di hucreyê de wê çawa karibe hewcetiyên xwe peyde bike? Li şûna ku vê zilmê bibînin, hema neçin ser bijîşk ji wan re baştir e. Li gorî xwe dermanan didin wan. Ne bijîşk, girtîgeh bi xwe dide wan. Ji ber wan dermanan devê wê hemû birîn bûye. Êşa wê girantir bû. Miroveke di rewşeke wiha de, divê bê tedawîkirin. Divê her roj kincên wê bên guhertin. Lê wî tiştî nakin. "   'EM NAXWAZIN CENAZEYÊN WAN BÊN'    Acar, diyar kir ku ji girtîgehan cenazeyek din derneketiye, bila girtiyên nexweş hemû bên berdan û di dawiya axaftina xwe de got: "Xwarin hemû lê nayên. Lê ji neçarî dixwe. Em dixwazin ev zilma li ser girtiyan bi dawî bibe. Pêwîst e hemû girtiyên nexweş bên berdan û bi awayekî rêk û pêk bên tedawîkirin. Hemû girtiyên nexweş di van zindanan de mirin. Wan tedawî nakin. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila bes kezeba dayikan bişewite. Em naxwazin ji girtîgehan cenazeyên zarokên me derkevin."   MA / Zeynep Dûrgût