'Parastina Semra parastina têkoşîna jinan e' 2022-02-19 15:58:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li gelek navendan hat şermezarkirin. Jinan, ev tişt got: "Parastina Semra parastina siyasetkirina jinan û têkoşîna wan e."   Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA), biryara Komîsyona Tevlîhev a rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li gelek bajaran şermezar kirin.    STENBOL    Meclisa Jinan a HDP'a Stenbolê û TJA'yê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Semra Guzel parlamentera gel û vîna jinan e" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum axivî û diyar kir ku mesele bi awayekî yekûn pêla êrişa li dijî partiya me, vîna gelê kurd e.   Berdevka Meclisa Jinan a Stenbolê Dîlek ozer jî destnîşan kir ku kompas li Guzel hatiye kirin û ev kompas berdewam dike û armanc tepîsandin û bêdengkirin e.   EDENE    Meclisa Jinan a HDP'ê ya Edenê jî li avahiya HDP'ê ya Bajar daxuyanî da. Gelek jinên TJA, DBP û EMEP'î jî piştigirî dan daxuyaniyê. Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Edenê Helîn Kaya, diyar kir Guzel vîna wan e û bi biryara rakirina destnedayîna Guzel vîna jinan tune hatiye hesibandin.    ŞIRNEX    Li Şirnexê jî li avahiya HDP'ê ya Navçeya Cizîrê ji aliyê jinan ve daxuyanî hat dayîn. Aktîvîstên TJA'yê, endamên mecisên jinan ên rêxistinên HDP'ê yên Şirnexê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroksa HDP'ê ya Navçeya Cizîrê Zîlan Ecevît, diyar kir ku Guzel vîna wan e û vîna gel tune hatiye hesabandin.    RIHA    Meclisa Jinan a HDP'ê ya Rihayê, li avahiya HDP'ê ya Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Bajar Ayşe Surucu û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, diyar kir ku êrişa li vîna jinan û gelan hatiye kirin wê pêşiya wan negire.    MELETÎ, HATAY Û MÊRDÎN   Bi heman armancî li Meletî, Hatay û Mêrdînê jî ji aliyê jian ve daxuyanî hatin dayîn û rakirina destnedayîna Guzel hat şermezarkirin.    Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya, diyar kir ku Parastina Semra Guzel parastina siyasetkirina jinan û têkoşîna wan e.