Ocalan: Meşa jina azad divê heta dawiyê bidome 2022-02-23 10:12:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ku azadiya jinê, îdeala wî û nêrîna wî ya felsefî ye û wiha didomîne: “Meşa herî mafdar, meşa jina azad e û divê heta dawiyê bidome. Jina azad çawa bixwaze dê biryara xwe wisa bide.” Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di çareseriya demokratîk de gava xwe ya ewilî bi gotina “heta ku jin azad nebin, civak nikare azad bibe” avêtibû. Ocalan, bi “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê” re di têkoşîna azadiyê ya jinê de rê li ber veguherîneke şoreşgerî vekir. Bi van nêrînên Ocalan re têkoşîna jinan li seranserî cîhanê belav bû. Jinan, bi têkoşîna xwe ya azadiyê re zîhniyeta mêr ji binî ve hejand.  Jin, ji bo pîrozbahiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî bi daxwaza azadiyê û bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” amadekariyên xwe dikin. Me, nirxandin û tespîtên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên derheqê jinan de dane ber hev.    ÎDEALA JINA AZAD   Di hevdîtina 19’ê hezîrana sala 1999’an a bi parêzerên xwe re de Ocalan dibêje ku jina azad îdeala wî ye û wiha didomîne: “Meşa herî mafdar, meşa jina azad e û divê heta dawiyê bidome. Divê mirov bandora wê ya li ser jiyan û aştiyê bifikire û yeke nû biafirîne. Jina azad çawa bixwaze, ew bi xwe dikarin wisa biryaran bidin. Jina ku di hêla jiyan û mêr de azad bûyî çawa bixwaze divê wisa tevbigere. Dikarin piştevanî û têkoşîna xwe pêş bixin.”    HEWCEHÎ BI RAMANÊ AZAD HEYE   Ocalan, di hevdîtina 9’ê îlona 1999’an de jî ji parêzerên xwe re dibêje ku hewceye jin wî guherînin û vê nirxandinê dike: “Xwedawend, ew kes in ku hêza taybet pir baş birêxistin dikin. Hewcehiya jinan pê heye ku hîn bêhtir xwe pêşve bibin. Xweseriyeke vê heye. Hewce nake ku xwe li ser hev ferz bikin. Reseniyeke projeya me (Projeya Jina Azad a Cîhanê) heye. Hewcehî bi ramaneke azad, mejiyeke azad, hizrên pêşketî û jiyaneke watedar heye. Divê ne mîna reel sosyalîzmê be. Jin û zilam dikarin bi hev re bijîn. Lê her kes nikare vê têkiliyê bidomîne. Yên ku dixwazin jiyaneke asayî bijîn, dikarin vê bijîn. Lê tiştên ku winda bikin jî hene. Dê lêgerîna xwe ya azadiyê winda bikin. Nikarin bibin azadîxwazên mezin. Hewcehî pê nîne ku hûn di vê mijarê de xwe bixapînin. Divê em xwe di tu mijaran de nexapînin. Bedelekê wê heye ku divê bê dayîn.”   DIVÊ JINA AZAD BÊ AFIRANDIN   Di hevdîtina xwe ya di 27’ê îlona sala 1999’an a bi parêzerên xwe re de Ocalan balê dikişîne ser vîna jina azad û vê mijarê wiha vedibêje: “Zilam, nikare mudaxaleyî vê yekê bike. Ji bo lihevkirinê, ji ewil divê mirov azad be. Li gorî felsefeya min, divê jina azad bê afirandin. Hewceye em li dijî îradeya azad, rêzgir bin. Heke bikare bi ser keve wê demê tiştekî pîroz e lê heke nekare bi ser keve jî wê demê em ê silav bikin. Wekî zilamekî min dikariya ji xwe re haremekî ava bikim û zarokan çêbikim. Lê belê min xebata jina azad kir.”    TÊKILIYA DI NAVBERA JIN Û AZADIYÊ DE   Mijara sereke ya Ocalan a di hevdîtina bi parêzaran re ya di 21’ê cotmeha sala 1999’an de jin bûn û Ocalan derheqê têkoşîna jinan de nirxandinên berfireh dike. Ocalan wiha dibêje: “Nêrîna min a felsefî, azadiya jinê esas digire. Ev nêzikatiya min hêj jî didome. Jin, bûye mijara herî kûr, herî zirav û herî berfireh a desthilatiyê û bûye mal. Çîna herî kevin û hêmaya herî kevin a sermayê ye. Jinên ku bûne koleyên hestên xwe, bûyereke wisa ye ku mîna pere ye. Di navbera mal û jinê de, di navbera pere û jinê de têkiliyeke xurt heye. Her wiha di navbera jin û aştiyê û jin û azadiyê de jî têkiliyeke xurt heye. Bazirganî û dewlet zêdetir karê zilaman e û dûrxistina jinê ya ji civakê esas digire. Ev yek, bi kêrî karê zilaman tê. Bi awayekî klasîk mirov dikare bibêje bi vê rewşê em dikarin bi kuştina mê re pê bikarin. Min ev rewş hinek derbas kiriye, min îdia kir.”    NASNAMEYEKE ÇAWA?   Di berdewamê de jî Ocalan pirsa “Gelo hûn azadiyê dixwazin” dike û wiha berdewam dike: “Li ser her hûrgiliyeke biçûk a di jiyana xwe de bifikirin. Her cara ku hûn pêdiviyeke xwe ya biçûk a madî pêk tînin, hinek rûnin û bifikirin bê ka hûn dixwazin xwedî nasnameyeke çawa bin. Bifikirin bê ka hûnê çawa bikarin bibin xwedî nasnameyek. Divê nasnameyeke mirov hebe lê kesek pîte bi vê nake. Mijara hêzê ye. Heke hûn derkevin derveyî têkiliyên xwe yên jiyanê, dê bi tenê bimînin. Azadî, çavkaniya ruh û mejî ye. Mirovek, tenê bi azadiyê dikare weke mirov bê pênasekirin. Lê belê êşên wê zêde ne. Di dîrokê de her tim bi awayên cuda pêş ketiye. Di vê sedsalê de jî wiha çêbû. Hevaltiya min a bi jinan re tiştekî xweşik e. Min, peywendiyeke pir baş bi wan re danîbû lê nîvco ma. Zayend, pir hat tarêfkirin. Jinitî, veguherandin îşkenceyeke manewî. Nêzikatiyên xelet ên di vê mijarê de, anku nêzikatiyên tenê li ser bingeha cinsî gelek kirêt in. Em li dijî vê mijarê têkoşiyan, me xwest vê mijarê ji holê rakin. Tunekirina vê, gelek girîng e. Em li ser zewac û malbatên klasîk sekinîn. Heta ku malbatên mîna bîreke bêbinî neyên çareserkirin, ev pirsgirêk jî çareser nabe. Ji nan û avê zêdetir, pêdiviya me bi azadiyê heye.”   TÊGEHA CINSÎTÎ Û NAMÛSÊ   Di heman hevdîtinê de Ocalan dibêje ku hewceye jin ji serî heta binî xwe nû bike û şîroveya xwe wiha tîne ziman: “Divê hûn li dijî xwe bi xwe têbikoşin. Divê hûn xwe ji serî heta binî nû bikin. Ez vê yekê di hêla fîzîkî de nabêjim. Asta jinê ya di vê astê de bi zilam re, cînayet e. Heke hûn hizra xwe baş li ser têgehên cinsitî û namûsê bikin, wê demê dê nêzikatiya ‘ji bilî min nabe yara kesekê din, heke yekê din bixwaze ez ê bikujim, malê min e, namûsa min e’ derkeve pêşiya we. Dema hûn van nêrînan piçek vedikolin jî dibînin ku di bingeha wê de serdestiyeke bêsînor û dîtina wekî mal a bêsînor heye. Jin ne xwediya xwe bi xwe ye lê hinek kesên din xwediyên wê yên heta hetayê ne. Evîna xwe tune dike, heta zarokek jî dikare vî tiştî bi dayika xwe bike. Divê mirov durûtiyê neke. Divê hûn jinokîtiya xwe têk bibin. Divê mirov rewşa wan jinên bûn wekî mêran jî binirxîne. Divê hûn nasnameya xwe bi xwe têk bibin. Divê hûn xwe jî têk bibin. Zilam li dijî jinê gelek bêrehme lê jin li dijî xwe hîn bêrehmtir e.”     DIVÊ JIN XWE LI PÊŞ BIXIN    Hûn ê çawa li dijî jin û mêr şer bikin? Ji bo vê jî têkoşîneke hişyar, jîr, baldar û mezin hewce dike. Ev têkoşîneke bi tenê ya demokratîk e, tevgereke fikrî ye. Azadî, milîtaniya aştiyê pêwîst e. Lê divê jin xwe li hember mêtingeriyê bi hêz bikin û hewl bidin bêhêziya xwe derbas bikin. Jin ji ber bêhêziya xwe nikarin vê ferasetê ji holê rakin. Keçan ji vê yekê ferq kir, lê dev ji qelsiya xwe bernadin. Belkî azadî ji mêrê hêjatir û çêtir e. Ji zarokan çêtir û girîngtir.”   NAMÛS AZADÎ YE    Ocalan bi gotina, “Bê azadî her tişt heram e” wiha berdewam kir: “Di vir de pêwîste namûs bi feraseteke rast were rûniştandin. A rast namûs ji vir dest pê dike. Ji bo min rûmet azadî ye. Zilam pir hilebaz e, jin jî di vê pêvajoyê de bûye hîlebaz, lê mêr serdest e. Ji bo serxistina vê îrade û hêz pêwîst e. Ji bo vê jî xebatên demokratîk dikarin bên kirin. Di nava partiyên siyasî û platformên bi vî rengî de xebat û têkoşîn pêwîst e. Divê şerê demokratîk bê kirin. Divê hûn pêşî bi xwe bin.   ZORDESTIYA MÊRAN    Tu ciwan î, ji bo mirovatiyê, ji bo azadiya xwe bixebite û têbikoşe. Bibin hêza ku hûn ne tenê pirsgirêkên xwe, lê her wiha pirsgirêkên yên din jî bersiv bidin û çareser bikin. Di dema Îsa de, mîna pîroz û pîroziyên bawermendên îslamê jî hene. Rewşa wan xera bûye. Yên ku rizgariya mirovahiyê armanc dikin ev in. Wateya wê ev e. Di rastiyê de gelek têkoşînên azadiyê hebûn. Dayik û jin bêtir mirovên aştiyê ne. Jixwe şer pêşî li dijî jinê hat pêşxistin û ev karê mêran e. Jin mirovên aştîxwaz û civakî ne. Xwezaya jinê şer û çînbûnê qebûl nake; Bi cewherê xwe xwedî kesayetiyeke sosyalîst e, meyla wî ya jiyana sosyalîst heye. Têkiliya jiyanê ya mêrê zordestiyê ye. Pêwendiya wê bi nasnameya serdest a mêr heye. Aştî demeke herî zêde jin wê bi pêş bikeve ye. Şer mirov pêş dixe. Divê mîlîtaniya aşitiyê ya tund berdewam be. Girîng e jin di asta milîtanî de beşdarî tevgera aştiyê bibin. Bi tevgerên aştî û demokrasiyê re eleqedar bibin û wan bi rê ve bibin. Aştî karê jinê ye. Ger hûn aştî û demokrasiyê bi rê ve bibin, hûnê kesayetek milîtan ava bikin.”   DIVÊ ÇIYAYÊ QAF DERBAS BIKIN    Ocalan diyar kiribû ku divê jin di azadiyê de israr bikin û gotibû: “Heke armanca jinê weke rojê zelal be, wê rêbaza xwe bibîne. Ger azweriya azadiyê xurt be, her rê û rêbaz tê dîtin. Divê azadî nebe axaftin. Ger di serê we de ramanên serdest ên mêr hebin, hûn dibin şeytan. Em ê çawa bikin? Ez ji kesên ku dibêjin riya min vekin nefret dikim. Bi vê gotinê hûn ji mêran alîkariyê dixwazin. Wê demê ferqa te ji jina ku xwe li mêrê xwe girtiye çi ye? Ji kesên din alîkarî negerin. Tu ewilî çiyayê Qaf derbas bike û mejî û dilê xwe mezin bike. Hevrêya we ya herî mezin evîna azadiyê ye. Mêjî û dilê xwe perwerde bikin, lê hevreyên baş hewce ne. Bi zanebûn bijîn û xwe li pêş bixin.”    LI SER ÇARMIXEK XETERNAK    Rêberê PKK'ê Ocalan komploya navdewletî wekî "Li çarmixê xistin” nirxand û wiha gotibû: "Ji bîr nekin, hûn ji min xetertir li ser çarmixê ne. Yên ku xwe azad dihesibînin nikarin bibin tiştek. Heke hûn zanibin ku hûn li ser çarmixê ne, hûn ê qîmeta azadiyê wekî serê derziyê bizanibin. Dibêjin bila dewlet, bav, mêr tiştekî bide min îfadeya bêhêvîtiyê ye. Ger hûn ewqas azadiyê dixwazin, xwe perwerde bikin. Di derbarê wê de vekirî be. Qedera xwe, rewşa xwe nîqaş bikin. Hûn ê zanibin xwe baş bi kar bînin, heke hûn baş bikar neynin hûn ê biqedîni.”   AZADIYA JINAN A BÊSÎNOR    Ocalan destnîşan kiribû ku wî têkiliya jin û mêran xera kiriye û gotibû: “Min qirêjiya ev du sed sal in şûştiye. Min hewl da ku azadiya jinê bêsînor biafirînim. Mimkin bû ku ev yek hîn zêdetir pêş bikeve. Min li ser bingehek pir rast bi jinê re hevaltî kir. Zilam xeternak in, durû ne, dixapînin. Jin jin e. Di vî warî de ez gihîştim encamên balkêş. Dibêje bi qasî ku ew hêvî dikin û dixwazin ez yê wan im, silavên xwe radigihînim. Mirovahî wê bi van re be, hezkirin, hevaltî, hevrêtî wê bi wan re be. Neheqiyê nekin, bibin mînak. Encama ku were derxistin ev e.”    ZILAM QET DESTÛRÊ NADIN    Ocalan di hevdîtina 5'ê Mijdara 1999'an de ku bi parêzeran xwe re kiribû de diyar kiribû ku divê jin li hemberî feraseta zilam a klasîk dest ji gazinan berdin û li mafên xwe bigerin û gotibû: “Mêr pergalek in. Tu yê jî ji bo azadiyê têbikoşî. Bila bêtir bixebitin. Bila ji kesî alîkariyê hêvî nekin. Têgihiştinên wek dê sosyalîzm were, dewlet ava bike yên olî xeletî ne. Bi taybetî ji jinan re jî viya dibêjim; Her çend mêr mêrê herî baş bin, yên herî evîndar bin jî, ew ê tu carî destûr nedin te.”    PÊŞNIYAZA WEQFA JINAN A AZAD    Ocalan di hevdîtina 8'ê Mijdara 1999'an de jî ya bi parêzerên xwe re kir rojeva sereke jin bû û di vê hevdîtinê de ji bo pêşxistina Projeya Jinên Azad pêşniyaza avakirina Weqfa Jinên Azad a Cîhanê kiribû. Ocalan destnîşan kiribû ku pêkanîna vê projeyê wê bibe zayîna nû ya 4 hezar salan û gotibû: “Ji bo ji nû ve vedîtin û pênasekirina xwezaya windabûyî ya jinê, afirandina perspektîfa xwe ya li ser xweza û civakê, pêşxistina nêzîkatiya azad a jinê ya li hember nêzîkatiya civakî ya zilam û zilam ku ji nêz ve eleqedar dike, rast fêm bikin. Gav bi gav wê bixin nava rêxistinê. Divê jin hem di nêzîkatiyên civakî û hem jî di nêzîkatiyên xwezayê de li hemberî desthilatdariya mêr nêzîkatiya wekhev û azad bimeşînin."    DIYARIYA JI BO JINAN    Ocalan di heman hevdîtinê de pêşniyazên xwe yên têkildarî vê projeyê wiha domandibû: “Divê ev bibe şêwazê jiyanê. Jina ku dê li ber dilovaniya mêr bihêle, mehkûmî windakirinê ye. Ku nebe, nikarin civaka mêr û serdest a mêr hilweşînin. Çareserkirin neçarî ye. Heke ku nikaribin ji têkçûnê rizgar bibin azad nabin. Ew ji destpêkê ve winda dikin. Dikarin hêdî hêdî pêş bikevin, navneteweyî bibin. Keç, dayik û zarok di holê de mane, divê bên parastin. Divê bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin. Divê jinên ku hezkiriyên xwe winda kirine bên parastin. Ev mîsyon beriya hemû peywiran e. Ji bo aştiyê peywirên girîng in. Em derfetên kêm didin, divê baş bên bikaranîn. Ji bo bersiveke watedar bi awayekî dostane, ez vê projeyê pêşniyaz dikim. Projeyek baş lazim e, hewcedariyek mezin pê heye. Ev diyariya dawî ye ku ez ê piştî du hezar salan bidim jinan. Heke wisa be, pêşeroj bi hêvî ye.”   GIRÎNGIYA JÎNERJIYÊ YA JI BO JINAN   Ocalan, di hevdîtina xwe ya di 18’ê Mijdara 1999’an de a bi parêzeran re li ser girîngiya jînerjiyê ya ji bo jinan sekinî bû û wiha gotibû: “Gelek girîng e ku mirov wê enerjiye derxîne holê. Di pêşveçûn û têkçûna civakê de roja jinan girîng e. Divê jin gelek zêde xwe bi rêxistin bikin. Heke enerjiya jinê ji hilberînê dûr bikeve wê daqurtîne. Wê zilam jî zarok jî daqûrtîne û dê civakê têk bibe. Nabe ku mirov her tim li benda dewletê bibe. Tu dê van hemûyan bi hêza xwe bi xwe çareser bikî. Parêzer, bijîşk, derdorên sermayedar, şaredarî, rêxistinên sivîl ên civakî dikarin pêngaveke wisa bidin destpêkirin. Dê demokrasiya Tirkiyeyê wisa pêş ve biçin.”   PIRSGIRÊKA PERWERDEHIYÊ YA BINGEHÎN    Ocalan, bal kişand ser pirsgirêka perwerdehiya bingehîn a jinan û di heman hevdîtinê de wiha gotibû: “Gotineke serokwezîrê Norwecê heye, dibêje razemeniya herî baş, razemeniyeke li ser perwerdeya jinê ye. Rast e, razemeniya li jinê girîng e. Perwerdeyeke jinê ya resen, afirîner divê. Wergirtina keçeke 15 salî ya nav pergala civaka serweriya zilam, xelaskirina jinekê, malbatekê, zilamekê û civakekê ye. Heke hêza jinan hebe, divê bêyî bixwin û vexwin xwe perwerde bikin. Zilam zordariyê dike lê di destê we de derfetê rêxistinkirinê heye. Heke weqf çêbibe hin avahî hene, hûn dikarin bibin xwediyê wan. Dibe ku sibê we qebûl nekin. Li wan deran xwe perwerde bikin. Divê hûn perwerdehiya xwe weke îbadetê bikin. Negirîn, di kolanan de nekevin rewşeke zor de. Têkiliya jinan de hewldanên min hebûn. Lê min nekarî temam bikim. Bila jin zarokan perwerde bikin. Bila xwendin û nivîsînê, zimanê wan bi xwe, bila kurdî hînî wan bikin. Bila her jinek 20-30 zarokan perwerde bike. Divê ne tenê zarokê wan be, hemû zarok zarokên me ne. Vaye demokrasi û sosyalîzm ev e.   DIVÊ MIROV ÊŞAN VEGUHERÎNE PERWERDEHIYÊ    Kapîtalîzma hov civak, ev qirkirine. Bila alîkariya hev bikin. Saziyên sivîl û navnetewî hene. Hûn bixwazin dikarin bêsînor alîkariyê bigirin. Pêkan be bila di vî warî de bixebitin. Divê mirov êşan veguherîne perwerdehiyê, bi rêxistinkirinê û xebatên baş. Ev hewldan dem dirêj in. Divê bi sebir bin. Dikarin bi xizmetên wisa xwe xelas bikin. Pirsgirêkên bi hezaran salan ên komî ser bûn hene. Bi rêxistinbûyîneke wisa dikare pêş bikeve. Ez ne li dijî malbatê me lê ez dibêjim zewaca bi zilamekî an jineke nezan re heram e. Divê girêdayîn di bingeheke zanebûn de di bingeke karên baş de be. Ji bo min girêdayîneke hestiyar gelek ne bi wate ye. Me di van mijaran de gelek hewl da lê me nekarî xelas bikin.”   NE FEMÎNÎZM NE JÎ KOPÎKIRINA MÊRÊ BÊTEŞE   Rêberê PKK’ê di hevdîtina 6’ê Çileya 2000’î de destnîşan dike ku azadiya jinê, azadiya hemû civakê ye û wiha dibêje: “Ne femînîzm ne jî kopîkirina mêrê bêteşe. Ez ji ber vê girîngiyê didim. Min di pirtûka nivîskarekî liberal de xwendibû, gotineke wî hebû; digot koletiya li malê ji hemû koletiyan kûrtir e. Ji ber vê yekê ez girîngî didimê. Lê ji bo kesên dixwazin azad bibin pêşniyar dikim; ji kesên bi awayekî hesan dixwazin bibin hevjînên hevdû re nabêjim.”   MA / Ozgur Paksoy