Meclisa Jinan a HDP’ê ji bo 8’ê Adarê klîbek çêkir 2022-02-23 11:14:51 ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de vîdeoyek amade kir û li ser hesaba xwe ya medyaya civakî parve kir.  Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de vîdeo klîbek çê kir. Di vîdeoyê de jinan cih dan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran jî. Ji bawerî, çand û nasnameyên cuda gelek jin jî bi cil û bergên xwe yên gelerî di vîdeoyê de cih digirin.     EM Ê BI HEV RE BIGUHERÎNIN   Meclisa Jinan a HDP’ê di parvekirina xwe de wiha got: “Ber bi 8’ê Adarê ve em dibêjin ku ‘Em ê bi hev re biguherînin, Dem Dema Jinan e.’ Li dijî kesên dixwazin zextê li ser jiyana me bikin, em biisrar govenda xwe bi hev re digerînin û bi têkoşîna xwe em ji bo guherandinê tên!”