Agaç a YDG’yî: Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im 2022-02-23 17:02:31   ÎZMÎR - Endama YDG’ê Ceren Agaç a piştî hatibû binçavkirin bi daxwaza malbata xwe li wargeha dewletê hatibû bi cih kirin, bi lêv kir ku di encama têkoşîna jinan de ji wargehê derket.    Endama Ciwanên Demokrat ên Nû (YDG), Ceren Agaç a 17 salî piştî di 21’ê Sibatê de hat binçavkirin bi daxwaza malbata xwe li wargeha dewletê hatibû bicihkirin. Hevalên Agaç ên nehatin agahdarkirin îro li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî dabûn.    Agaç a li ser israra jinan ji wargahe dewletê hat derxistin, li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da. Agaç, bi lêv kir ku li miduriyeta polîsan tundiya psîkolojîk lê hatiye kirin û wiha got: “Piştî miduriyeta polîsan ez şandim Wargeha Stargeha Zarokan. Di ketina wargehê de rastî lêgerîna tazî hatim. Tiştên min jiyan gelek zehmet bûn. Ez bi piştevaniya jinan hatim berdan. Ji ber ez hatim berdan keyfxweş im. Bijî têkoşîna me ya jinan. Em her tim di nav piştevaniyê de bin.”