Çawişê pispor ê tecawizkar beraet kir 2022-02-24 13:41:32 MÊRDÎN - Çawişê pispor Omer Ayas li Mêrdînê 6 mehan bi awayekî sîstematîk dest dirêjî jinekê kir. Di doza derheqê tecawizkar Ayas de hatiye vekirin de şandeya dadgehê biryara beraetê da.  Çawişê pispor Omer Ayas ku li 70’emîn Fermandariya Tûgaya Mekanîze ya Mêrdînê dixebitî, ji kanûna sala 2018’an heta hezîrana sala 2019’an, bi awayekî sîstematîk destdirêjî li jineka 19 salî kir. Derheqê tecawizkar Omer Ayas de bi sedemên “bi gef, tundî û hîleyan kesek ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya biwesf” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê îro hat dîtin.    Di danişînî de ne tecawizkar Omer Ayas û ne jî jina ku destdirêjî lê hatiye kirin beşdar nebûn. Lê parêzerên her du aliyan û parêzerê girêdayî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    LI GORÎ DOZGER DESTDIRÊJI BI ‘DAXWAZÊ’ HATIYE KIRIN    Dozgeriyê mutalaaya xwe ya di rûniştina navberê de dîsa dubare kir û bi hincetên “her du alî jî bi daxwaza xwe bi hev re bûne” û “Divê beyanên hevgirtî yên bersûc li ber çavan bên girtin” xwest ku tecawizkar Omer Ayas beraet bike.    QEYDÊN DENG ÊN BERSÛC IN   Parêzerê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî di danişînê de axivî û xwest ku tecawizkar Omer Ayas bê cezakirin. Ji parêzerên Navenda Şopandina Mafên Jinan a Baroya Mêrdînê Mîhrîcan Can jî got ku tev li mutalaayê nabin û parastinên xwe yên di danişînên din de dubare dikin. Di berdewamê de jî Can ev tişt anî ziman: “Bersûc qebûl dike ku qeydên deng ên wî ne. Piştre jî îdia kir ku wî ji bo ku jin întîhar neke ev deng şandine. Dîrokên bûyerên ku bersûc qala wan dike û yên muwekîl behsa wan dike hev nagirin. Lewma jî em vê mutalaayê qebûl nakin. Em dixwazin ku cezayê herî giran li bersûc bê birîn.”    Parêzerê bersûc jî destnîşan kir ku qeydên deng ên muwekîlê wî ne û beşdarî mutalaaya beraetê dibe.    Piştre jî dadgehê bi hinceta ku sûcê bersûc ê neguhêr nîne, biryara beraetê da.