Cezayê muebbetê li leşkerê Sakîna Ogûz kuşt hat birîn 2022-02-24 14:22:49 DERSIM - Li leşker Medet Can Ateş ku li navçeya Xozatê Sakîne Ogûz kuştibû cezayê muebbetê hat birîn.  Di 17'ê gulana 2019'an de li gundê Ergan ê navçeya Xozatê ya Dersimê, leşkerê bi navê Medet Can Ateş jina bi navê Sakîne Ogûz ku şivanî dikir kuşt. Piştre ji ber kuştinê bi sûcdariya "kuştina qestî û gerandina çekê ya li ser xwe" doz li leşker Ateş hat vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Dersimê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi sûcdariya "kuştina bi qestî" cezayê muebbetê û bi sûcdariya "gerandina çekê ya li ser xwe" jî 2 sal cezayê girtîgehê li Ateş birî.