Coşa 8’ê Adarê berdewam dike 2022-03-05 16:41:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li gelek  bajaran çalakî û şahiyên 8’ê Adarê li dar xistin û banga mezinkirina têkoşîna li dijî pergala serdest a zilaman kirin.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a HDP’ê û rêxistinên jinan di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakî û şahî li dar xistin. Çalakî û şahiyên îro li Colemêrg, Amed, Wan, Riha, Êlih, Mêrdîn, Edene, Hatay, Konyayê û li gelek bajarên din hatin lidarxistin.    COLEMÊRG   Li navçeya Gevera Colemêrgê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Gelek jin beşdar bûn. Piştî axaftinan hunermend Berfîn Aktay û Ayfer Duzdaş konser dan. Piştî konserê şahî bi dawî bû.    AMED   Meclîsa Jinan a KESK'a Amedê jî bi boneya 8'ê Adarê çalakiya ajotina duçerxan li dar xistin. Jinên endamên KESK'ê li ber avahiya Egîtîm Senê ya Jimara 2'yan a Amedê ya li semta Dîclekentê kom bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag jî beşdarî çalakiyê bû. Jin li Dîclekentê li duçerxên xwe siwar bûn û li nava bajêr geriyan.     Platforma Jinan a Dîcle Amedê li navçeyên navendî yên Peyas, Sûr, Rezan û Yenîşehîr ên Amedê bi belavok belav kirin. Di belavokê de dihat gotin ku dê li dijî nîjadperestî, xizanî, şer û qetilkirina jinan, bi rengê xwe di 8’ê Adarê de li qadan bin. Jinan li van navçeyan banga tevlibûna mitînga 8'ê Adarê kirin ku dê li Qada Îstasyonê were lidarxistin.   Di şahî û çalakiyan de jinan peyama mezinkirina berxwedan û têkoşîna li dijî pergala serdestan a zilaman da û hat destnîşankirin ku jin bi coş û kelecanek mezin dê roja 8’ê Adarê pêşwazî bikin.