Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj 8'ê Adarê ye 2022-03-07 09:19:20 RIHA - Berdevkên komîteyên zarok, ekolojî û aboriyê yên Kongreya Starê, diyar kirin ku piştî Şoreşa Rojava li herêmê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê ye û ev tişt gotin: "Weke ku me jinan azad kir em ê Serok Apo jî azad bikin."   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengiya Platforma Xebatên Hevpar a Rêxistin û Tevgerên Jinan di 23'ê adarê de starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat dayîn. Wê çalakî heta 10'ê adarê bidomin. Bi dûrişmeya "Em ê bi hev re şoreşê biparêzin û xaka xwe azad bikin" çalakî tên lidarxistin. 8'ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke betlaneya fermî hat ragihadin.    Berdevkên komîteyên zarok, ekolojî û aboriyê yên Kongreya Starê, derbarê 8'ê Adarê de axivîn û nirxandinan kirin.   HER ROJ 8'Ê ADARÊ   Berdevka Komîteya Aboriyê ya Jinan a Kongreya Starê Armanc Mihemed, diyar kir ku bi hezaran salan e pergalên desthilatdar li ser jinê polîtîkaya zextê dimeşînin û wiha got: "Li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, di encama êrişa polisan a li dijî karkerên ku li kargeha tekstîlê derketibûn grevê de 120 jin ji ber ji barîkatên ku hatibûn danîn nereviyan hatin kuştin. Ji aliyê zilaman ve hatin kuştin. Jin weke koleyan hatin dîtin. Bi taybetî ev xwîn hê jî li Rojhilata Navîn hebûna xwe didomîne. Li dijî vê zihniyetê Rojava Rojava di 12'ê Tîrmeha 2012'an de pek hat. Ev weke şoreşa jinê tê zanîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê 8'ê Adarê her roj cejna jinan e. Jinan xwe di Rêveberiya Xweser û qadên leşkerîş, aborî, siyasî û civakî de bi rêxistin kiriye. 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz be."   JIN RÊXISTINBÛNA XWE XURET DIKIN   Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed, diyar kir ku vîna jinan mohra xwe li Şoreşa Rojava xistiye û ev tişt anîn ziman: "Jinên ku Rejîma Baasê wan kiribû malan îro civakê bi rê ve dibin. Piştî şoreşê jinan li herêmê xwe di her qadê de bi rêxistin kir û mafên xwe bi dest xistin. Jinên ku niha li van mafên xwe xwedî derdikevin, ji bo ku bibêjin, 'Em li xaka xwe xwedî derdikevin' ji her demê çoştur û biryarî di 8'ê Adarê de li qadan in. Li Reqayê ku jin lê hatibûn hepskirin wê îsal bi çoşeke mezin pîrozbahiyan pêk tînin. Li bajarê wextê jin li bazarên wê dihatin firotin îro roj bi roj rêxistinbûna xwe xurt dikin. Projeya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo (Abdullah Ocalan) bi pêşengiya jinan bi goşt û hestî dibe. Jin ji vê projeyê hêz digirin û rêxistinbûna xwe xurt dikin. Weke ku me jinan azad kir em ê Serok Apo jî azad bikin."   SALA AZADIYA JINAN   Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongreya Stan Rîhan Temo, bi lêv kir ku piştî Şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj ji bo jinan mîna cejnan derbas dibin û ev tişt gotin: "Em jinên ku di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her sal 8'ê Adarê dertên pêş lê li herêmê ji bo jinan her roj 8'ê Adarê ye. Ne tenê rojek. Bi şoreşê re jin her rojê mîna cejnê pêşwazî dikin. Ji bo bidawîkirina dagirkirinê wê jin îsal li qadan biqîrin. Şoreşa Ekolojîk bi serketina şoreşa jinan a li her qadê pêkan e. Weke jin em dikarin pêşengiya civakeke paqij bikin. Rengê jinan mor e lê weke komîsyona ekolojiyê em ê îsal rengê kesk jî derxin pêş. Di civakeke ekolojîk de jin azad in. Di vê dema ku em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne de êriş jî zêde dibin. Bi heviya ku îsal 8'ê Adarê tundiyê bi dawî bike, bibe sala azadiya jinê û di her warî de jin mafên xwe bigirin."   KOMÎSYONA JINÊ JÎ LI ÇALAKIYAN E    Berdevka Komîteya Zarokan a Kongreya Starê Coliya Xilo jî da zanîn ku weke komîsyona zarokan di çalakiyên 8'ê Adarê de bi awayekî aktîf cih digirin û ev tişt anîn ziman: "Weke Komîteya Zarokan em jî alîkarî didin şahiyên 8'ê Adarê yên Kongreya Starê. Li gelek deveran em bi semîneran mafên jinan vedibejin. Ber bi 8'ê Adarê ve li gelek deveran daran datînin. Weke ku xwezayê şîn dikin, bi rengên xwe yên mor em ê di 8'ê Adarê û 10'ê adarê de li qadan bin. Ji bo me her roj 8'ê Adarê ye lê em ê bi rengên xwe yên remz, tilîlî û govendên xwe 8'ê Adarê bi hev re pîroz bikin. Em ê îsal jinên ku ji bo xaka xwe canê xwe dane bi bîr bînin û li mîrateya wan xwedî derkevin."   MA / Emrûllah Acar