Jin li dijî zîhniyeta zilaman daketin qadan: Dem dema azadiya jinan e 2022-03-08 13:39:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dane destê hev û mil dane milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Jin xwedî li têkoşîn û azadiya xwe derdikevin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye tê protestokirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dide.  Îro 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye. Jin qadan in û daxwazên xwe tînin ziman û îsal bi dirûşmeya “Dem dema azadiya jinan e” çalakî, şahî û mitîngan li dar dixin. Jin li dijî feraseta dewlet-îktidar-zilam û desteserkirina maf û hiqûq dest dane destê hev û mil dane milê hev û qadên 8’ê Adarê tije kirin. Li qadên ku pergala zilam rê li ber şer, kedxwarî û talana xwezayê vekiriye tê protestokirin û dengê dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” ji qadan olan dide.      Em şahî û çalakiyên jinan ên li bajarên Kurdistanê û bajarên Tirkiyê tên lidarxistin, kêlî bi kêlî ji we re radigihînin:    15.56 SERDANA GORA EYŞEŞAN Û DENÎZ POYRAZ KIRIN    Meclisa Jinan a HDP’a Îzmîrê û TJA’yê bi boneya 8’ê Adarê serdana gora hunermend Eyşeşan, Denîz Poyraz a li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin û Denîz Kortak a di serdegirtina malê ya li Stenbolê hat kuştin kirin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî bi jinan re serdana goran kir. Poyraz 8’ê Adarê li tevahiya jinên cîhanê pîroz kir û got heke keça wê nehatibûya qetilkirin dê niha îro li qadan 8’ê Adarê pîroz bikira. Poyraz got ew edaletê dixwazin.    Hevseroka HDP’a Navçeya Bûcayê Nurşen Ataman jî di serdana gora Eyşeşan de axivî û got dengê Eyşeşan li tevahiya dinyayê olan daye. Ataman li ser gora Eyşeşanê strî.    Piştî axaftinan jinan kulîlk danî ser goran.    15.37 LI CEYHANÊ ŞAHIYA JINAN HAT LIDARXISTIN    Meclisa Jinan a HDP’a Edeneyê û TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de li taxa Belediyevlerî ya Ceyhanê şahî li dar xistin. Jin bi cilên xwe yên netewî tevli şahiyê bûn û govend gerandin. Jinan dirûşm ber zkirin û Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, Dayikên Aştiyê û bi sedan jin tevli şahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê Tulay Hatimogullari destnîşan kir ku ew ê tijekirina qadan berdewam bikin û ew ê aştiyê bînin vî welatî.     Şahî bi guhdariya stranan û gerandina govendê bi dawî bû.    14.30 KART JI JINÊN GIRTÎ RE ŞANDIN  Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê jî di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî yên li girtîgehên Herêma Marmarayê reli Postexaneya Galatasarayê kart şandin. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî got ew 8’ê Adarê li hemû jinên girtî û tevahiya jinan pîroz dikin.   14.20 SEDSALA 21'EMÎN SEDSALA JINAN E   Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’a Rihayê bi dirûşma “Dem dema azadiya jinan e” li eywanek dawetê ya li Rihayê şahiya 8’ê Adarê li dar xistin. Jin bi cilên xwe rengîn tevli şahiyê bûn. Dirûşm hatin berzkirin. Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî jinan silav kir û got: “Sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Em ê jiyana nû bi hev re ava bikin.”    Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Yuksel Mutlu jî bi silavkirina Emîne Şenyaşar a salek Nobeda  Edaletê digire dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiya jinan û şoreşa Rojava.    Şahî bi konsera hunermend Nûrcan Degîrmencî bi dawî bû.    BAROYA RIHAYÊ  Navenda Mafê Jinan a Baroya Rihayê bi boneya rojê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Seroka Navendê Gîzem Dîlara Gunhan daxuyanî da û bal kişand ser tiştên hatine serê malbata Gulistan Doku, Aysel Tugluk û Garîbe Gezer û Emîne Şenyaşar û ew daxwaziya parastina mafê hemû jinan dikin.    SEMSÛR Platforma Jinan a Bajêr a Semsûrê jî civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser kuştina Remziye Yucel a duh li Semsûrê ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Endama Platformê Fahriye Akbaba daxuyanî da û destnîşan kir ku ew li dijî zîhniyet û tundiya zilam îsyanê dikin.    Meclîsa Jinan a HDP’a Semsûrê jî serê sibê civîna bi taştê li li gel jinan li dar xist û pişt re jî li ber avahiya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka HDP’a Semsûrê Zelîha Karinca axivî û destnîşan kir ku ew ji qatil, îktidarê û darazê natirsin û dê ji bo azadiyê her li ser pêya bin.    13.30 XWEDÎ LI DESTKEFTAN DERKETIN    Navenda Mafê Jinan a Baroya Edeneyê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî da. Cîgira Seroka Navendê Ayça Kara Sigirci daxuyanî xwend û destnîşan kir ku ew xwedî li destkeftiyên jinan derketine.    13.17 BAROYA AMED: JIN REMZA AZADIYÊ NE  Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê jî bi boneya rojê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Baroyê Nahît Eren û endam û rêveberên baroyê tevli daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji aliyê parêzer Bêrîvan Tûran ve hat xwendin. Tûran destnîşankirin ku azadiya jinên girtî yên kurd hatine desteserkirin û hat gotin divê jinên girtî yên nexweş û hemû jinên girtî tavilê werin berdan. Tûran anî ziman ku jin semobla azadî û wekheviyê ne.    13.15 JI BO AZADIYÊ LI QADAN IN   Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê jî li avahiya komeleya xwe ji bo 8’ê Adarê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Fatma Sariyaroglu daxuyanî xwend û destnîşan kir ku jin ji bo têkoşîn û azadiyê li qadan û kolanan in. Sariyaroglu anî ziman ku ew dixwazin Aysel Tugluk tavilê were berdan û dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were.    Piştî daxuyaniyê Endamên Komîsyonê û Platforma Jinan a Mêrsînê ji jinên girtî re kart şandin.    12.10 LI QADA SEYÎD RIZA: DEM DEMA ZADIYA JINAN E    Jinên Dêrsimê li Qada Seyîd Riza kom bûn û dest bi pîrozbahiya 8’ê Adarê kirin. Jin li Kuçeya Hunerê kom bûn û ber bi Qada Seyîd Riza ve dest bi meşê kirin. Jinan dowizên “Ji jnên girtî re azadî”, “Jin welatê jinan e”, “Em li dijî destserkirina kedê bi rêxistinkirî ne”, “em li dijî serdestiya zilam li ser pêya ne” û “Em li dijî polîtîkayên bêceza hiştinê, têkoşîna hevpar bikin” û her wiha wêneyên siyasetmedara kurd a nexweş Asyel Tugluk û parlamentera HDP’ê Semra Guzel a parlamenteriya wê hat betalkirin hildan.    Jinan di meşê de dirûşmên wek “Jin jiyan azadî” berz kirin û lîlandin. Meşa jinan gihîşt Qada Seyîd Riza û li ber def û zirnê govend gerandin û dest bi pîrozbahiyê kirin.    'EM XWEDÎ LI BERXWEDANA WAN DERDIKEVIN’    Meclisa Jinan a Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD) jî bi wesîleya 8’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew xwedî li berxwedana Sêvêyan, Zarîfeyan, Fatêya Reş û Sakîneyan derdikevin.    12.00 BAROYA MÊRDÎNÊ: EM Ê DESTÛR NEDIN TUNEHESIBANDINÊ  Navenda Mafê Jinan a Baroya Mêrdînê jî bi wesîleya rojê li ber avahiya Baroyê daxuyaniyek da. Li ser navê Navendê parêzer Emîne Erboga daxuyanî xwend û da zanîn ku jin 8’ê Adarê dîsa di bin siya kuştin, tundî û mirinên bi guman de pêşwazî dikin û ew ê destûr nedin tundî, kuştinê û tunehsibandina destkeftiyên jinan.