Bi hezaran jinan barîkat derbas kirin: Girtiyên siyasî rûmeta me ne 2022-03-08 15:35:02 AMED - Bi hezaran jin barîqatên astengkirinê yên polisan derbas kirin û Qada Stajyên têje kirin. Jinan li qadê bi yek dengî dûrişmeya "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" berz kirin.    Mitînga 8'ê Adarê ku bi pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) li qada Stasynê bi şîara "Dem dema azadiya jinan e" tê lidarxistin, bi ketinan jinan a qadê ya bi kortejan dest pê kir. Jinên ku gihîştin qadê ji aliyê girseya li qadê ve bi dûrişmeya "Jin, jiyan, azadî" û "Em ê bi berxwedanê qezenç bikin" hatin pêşwazîkirin.    Coşa li qadê deqe bi deqe zêde dibe û girseya li qadê bi dûrişmeyên ku avêtin bertek nîşanî zextên li ser girtiyên nexweş û jinan dan.    TÊKOŞÎNA JINAN   Mitîngê di şexsê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû de ji bo bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji bo axaftinê li ser navê komîteteta amadekar Berfîn Polat derket ser dikê. Polat, xizanî, tundî û komkujiyên ku herî zêde jin ji wan bibandor dibin şermezar kir û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên 100 salî li qadan bidomînin û wiha got: "Em dengê xwe bilind ikin û dibejin, 'Dem dema azadiya jinê'ye."   BANGA XIZMÊN GIRTIYAN   Piştî Polat ji malbatên girtiyan ku 113 roj in Nobeta Edaletê digirin Încî Guler axivî. Încî di nav dûrişmeya "Girtiyên siyasî rûmeta me ye" de dest bi axaftina xwe kir. Încî, destpêkê 8'ê Adarê ya Aysel Tûglûk û girtiyên din pîroz kir û got ku girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan û ev tişt anî ziman: "30 sal in nayên berdan. Em daxwaz dikin ku dayik li cem me bin. Em li zarokên xwe xwedî derkevin."   'GARÎBE HÛN IN'   Piştî Guler dayika Garîbe Gezer Halîme Gezer derket ser dikê û xîtabî girseya li qadê kir. Gezer, got ku Garîbe hûn in û daxwaz kir ku hemû girtî bên berdan.    Mitîng bi xwendina peyamên ku ji gelek welatan hatine berdewam dike.