Kar û barên îfadegirtinê yên jinên di bin çavan de dest pê kir 2022-03-18 11:55:35   AMED - Kar û barên îfadegirtinê yên jinên ku di 16’ê adarê de li Amedê hatibûn binçavkirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin dest pê kir.   Di çarçoveya lêpirsîna ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin de polîsan di 16’ê adarê de li gelek bajaran bi ser malan de girtibû. Siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û rêveberên sendîqeyan jî di nav de 24 jin di encama van serdegirtinan de hatin binçavkirin.    Kar û barê îfadegirtinê yê jinên ku li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê dihatin ragirtin îro dest pê kir. Di vê çarçoveyê de îro bi tevlibûna parêzeran, îfadeyê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya û 6 jinên din hate girtin. Li gorî agahiyan, di lêpirsînê de meşa 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinan, çalakiyên ji bo protestokirina betalkirina Peymana Stenbolê û mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji binçavkiriyan hatine pirsîn.    Tê payîn ku piştî îfadeyê dê her 7 jin jî sewqî edliyeyê bên kirin. Kar û barên îfadegirtinê yên jinên din jî berdewam e.