Berxwedana 8'ê Adarê veguhest qada Newrozê 2022-03-23 09:04:43 AMED - Xaltiya Şanê ya 77 salî ku seknake xwe ya bihişmet veguhest qada Newrozê bi helwest û sekna xwe ji kesên ku xwestin bi astengî û qedexeyan pêşiya gel bigirin re, bû bersiv. Xaltiya Şanê her wiha ji bo kesên ku polîsan nehişt biçin qada Newrozê jî govend girt û di dema êrişan de bi ser polîsan de jî çû.  Jinên ku îsal di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de derketin qadan daxwazên xwe yên bi dirûşmeya "Dem dema azadiya jinan e" bilind kirin bi dirûşmeya "Dem dema serfkeftinê ye" veguhestin qadên Newrozê. Miduriyeta Polîsan a Amedê xwest ku weke qadên 8'ê Adarê barîkat û têlên direhî tirsê bêxin nava gel. Lê tevî astengî û provokasyonan jî welatî bi kelecaneke mezin di saetên serê sibê de ji malên xwe derketin û ber bi qada Newrozê ve ketin rê. Ewilî ciwanan û bi dû re jî jinan xwe gihand qadê. Di noqteyên polîsan de sehîkirina mêran, li gor a jinan zûtir hat kirin. Ji bo jinan, di noqteyên lêgerînê de kabîneyên taybet hatibûn çêkirin, jin yeko yeko hatin sehîkirin û wekî 8'ê Adarê bi sehîkirineke taybet re rû bi rû man. Lê dîsa jî jin, ji bo biçin qadê li ber xwe dan. Piştî wexteke dûr û dirêj jinan xwe gihand qadê.   Çapemenî jî saet di 10.00'an de di têketina protokolê de ket qadê. Piştî du noqteyên lêgerînê axirê em gihaştin protokolê. Gava em gihaştin wir, ji xeynî peywirdaran, çapemeniyê û polîsan kes tune bû.    BARIYER Û CAXÊN HESINÎ   Îsal ji xeynî bariyerên polîsan di navbera girse û dikê de caxên hesinî jî hatibûn danîn. Lê belê ev cax û barîkat gel nerihet kirin û piştî wextekê hatin serobinokirin. Yanî li holê ne bariyer man, ne jî barîqat.    XALTIYA ŞANÊ   Ji kesên barîkat derbas kirin yek jê jî jineke ku xwe bi kesk û sor û zer xemilandî bû. Ev jinika 77 salî, lê heya tu bibêjî li ser xwe, geh govend digerand, geh jî nerazîbûna xwe nîşanî polîsên li ber dikê dida. Carinan jî nerazîbûna xwe bi libakirina alaya HDP'ê dida der û carinan jî gava polîsan xwe di pişt mertalan de vedişart, bi ser wan de diçû. Gava ji bo em ji nêz ve dîmenên wê bigirin, em nêzî wê bûn pêşî ser çavên xwe girt, lê dîsa jî bi her êrişeke polîsan re cardin bertek nîşan dida û govend digerand.    Li vê axê her jineke kurd xwedî çîrokek e. Bêguman çîrokek wê jî heye. Ewilî dudilî dibe ji bo axaftinê. Xaltiya Şanê ya 77 salî tenê ji bo dîmengirtinê destûra me da. Şanê, ji zû de ye Newrozê pîroz dike. Her sal bi reng û dengê xwe tê qadê. Îsal wisa difikire ku hebikekî din jî extiyar bûye. Gava eleqeya me ya ji bo xwe dît, got "Ma qey çavê we lê ye hûn piştî vî emrî min bişînin hepsê, lê ez natirsim." Jixwe liv û tevgera wê ya li qada Newrozê delîla wê ye ku qet nedtirsiya. Gava me dîmenên wê girtin, ji bo berzendika wê ya kesk û sor û zer xuya bike, milê xwe bi jor ve kişand. Lê ji bo çi wisa kir, çîroka wê berzendikê çi bû, em hîn nebûn.    SEKNA 8'Ê ADARÊ     Xaltiya Şanê, sekna xwe di mîtînga ku li Qada Îstasyonê pêk hatibû û Miduriyeta Polîsan a Amedê provaya provokasyona Newrozê kiribû de li pêş barîkatên mîtînga 8'ê Adarê de berxwedana jinê nîşan dabû. Xaltiya Şanê ferzkirina Miduriyeta Polîsan a derxistina laçika xwe ya spî a bi rengên kesk û sor û zer hatibû pêçandin qebûl nekiribû û bi sekna xwe ya birûmet a li pêş barîkatan di bîra herkesê de ma.   KELECANA ŞANÊ   Xaltiya Şanê, li gundê Zewrê hatiye dinê ku gundê wê niha daxilî nava sînorê bajarê bûye. Gundê wê pir nêzî qada Newrozê ye. Jixwe kelecana wê jî eynî wekî kelecana jineke ku Newrozê li malê pîroz bike. Her cara ku polîs bi gazê êriş dibirin ser ciwanan, wê jî kerba dilê xwe di polîsan de rihet dikir. Gava me sedema vê coş û kelecana wê jê pirsî, keseke wê ji nêz ve nas dikir pirsa bersiva me da: "Bersiva wê pir hêsan e; ji lew re kurd e, ji roja ku me ew nas kiriye heya niha wisa ye."    Xaltiya Şanê, di Newrozê de bû berdevka hemû daxwazên kurdan û ji bo wan govenda azadiyê gerand. Wekî doza mafê bi hezaran jinên di astengiyên polîsan de asê man û nikaribûn bên qadê bike tevdigeriya.   Dibe ku em çîroka wê hîn nebûn, lê pir hêsan e ma ne; "Ji lew re Xaltiya Şanê jineke kurd e..."   MA / Arjîn Dîlek Oncel