Bersûcê gotibû 'derûniya min xirab e' cezaî ehliyeta wî tam derket 2022-03-30 16:12:44   AMED - Hasîp Akbûlût ku hevjîna xwe Muhterem Akbûlût kuştibû û serî li hinceta "derûniya min xirab e" dabû, di doza ku dihat darizandin de hat raporkirin ku cezaî ehliyeta wî tam e.    Di sala 2019'an de li navçeya Bismilê, Hasîp Akbûlût (65) hevjîna xwe Mûhterem Akbûlût (49) kuştîbû û doz lê hatibû vekirin. 7'êmîn danişîna doza ku li Akbûlût hatibû vekirin li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Akbûlût, ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerên aliyan jî li danişînê amede bûn. Cîgira Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatê Parêzer Tûrhan Bagriyanik jî tevlî danişînê bû.     RAPOR DERKET HOLÊ   Di danişîna beriya niha de bersûc Akbûlût, diyar kiribû ku "derûniya min xirab e" û derman bi kar tîne. Li ser vê ji bo tespîtkirina cezaî ehliyeta wî dadgehê ji Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar daxwazê raporê kiribû. Rapora ku dadgehê di danişîna beriya niha de xwestibû gihîşt vê dadgehê. Di rapora ku hatibû şandin de hat diyarkirin ku cezaî ehliyeta bersûc tam e.    WÊ JI ZAROKAN DNA BÊ XWESTIN   Bersûc Akbûlût, di parastina ku kir de vê carê daxwaz kir ku mînaka DNA'ya zarokên wî bên girtin. Piştî dozger jî di mutalaaya xwe de xwest ku daxwaza bersûc bê qebulkirin parêzerên bersûc û gilîker jî xwestin ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin. Heyeta dadgehê, daxwazan qebûl kir û danişînê taloqî 16'ê hezîranê kir.