OGK’ê vexwend konferansê: Yekane rê têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye 2022-04-01 09:30:55 STENBOL - Endama OGK’ê Tayan Kara ku ji bo Konferansa Jinên Ciwan bang kir, diyar kir ku yekane rêya xelasiyê ya li dijî hişmendiya dewlet û zilam, têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye û  hemû jinên ciwan vexwend konferansê.    Jinên Ciwan ên Azad (OGK), wê bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê serhildanê mezin bike” di 2’yê Nîsanê de Konferansa Jinên Ciwan li Mala Çand a Avahî ya Balatê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê li dar bixe. Di konferansa ku wê ji gelek bajaran jinên ciwan tevlî dibin de pirsgirêkên jinan, daxwazên wan, rewşa wan a niha û rewşa tevgerên jinan ên cîhanê dê bên niqaşkirin.    Endama Koordînasyona Navendî ya OGK’ê Tayan Kara têkildarî girîngî û naveroka konferansê nirxandin kir û diyar kir ku konferans wê bibe bingeheke ku jinên ciwan pirsgirêkên xwe bi xwe niqaş bikin.    PIRSGIRÊK Û ÇARESERÎ WÊ BÊN NIQAŞKIRIN   Kara, bi lêv kir ku wê têkildarî têkoşîna bi rêxistinkirî çawa tê birevibirin niqaş bên kirin û wiha got: “Ji Kurdistan û Tirkiyeyê wê gelek jin beşdar bin. Di konferansê de em nîqaşên li ser jinên ciwan û faşîzmê, rewşa heyî ya tevgera jinê ya cîhanê, rewş û derfetên têkoşîna me ya azadiyê jî di nav de plan dikin. Em hewl didin ku pirsgirêk û daxwazên jinên ciwan li kolanê li dora çarçoveyeke siyasî birêxistin bibin û çareseriyan peyda bikin. Me ev bi hin kampanyayên cûrbicûr û di çarçoveya xebatan de pêk anî. Me di paşêrojê de Ji Bo Şûle Çet Komîsyona Edaletê ava kir. Me li danişîna Enqereyê bi sedan jin rêxistin kirin û di darizandina kujeran de rast e rast rol lîst.”   ‘DEWLETA ZILAM JINAN DIKUJE’   Kara, bal kişand ku bi taybetî li bajarên Bakurê Kurdistanê tacîz û tecawiz kirina jinan zêde bûye. Kara, bi bîr xist ku ji bo Gulistan Dokû ya beriya du salan li Dêrsimê hat windakirin “Komîsyona Windakiriyan” ava kirine û wiha berdewam kir: “Di serî de li Dêrsîm, Stenbol û Îzmîrê me li gelek cihan çalakî li dar xistin. Em dizanin ku îro li pişt faîlên jinan rast e rast dewleta zilam heye. Em dikarin hesaba van bi derketina kolanan bipirsin. Weke jinên ciwan ji bo ku aqûbeta hevalên xwe bipirsin dixebitin ku têkoşînê ji zanîngehan û lîseyan mezin bikin.”   ‘BEDELÊ HEMÛ NEYÎNIYAN JIN DIDIN’   Kara, anî ziman ku ji perwerdehiya zanîngeh û lîseyan a zayenperest heta qeyrana aborî bedelê hemû neyîniyan jin didin û wiha pê de çû: “Îro ji bo bikaranîna petan ji sedî 18 bacê distînin û dixwazin jineke ciwan pêdiviyên xwe yên xanî, xwarin û vexwarinê bi bursa 850 lîreyan pêşwazî bike. Jinên ciwan bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Em dizanin ku van jî bi têkoşînê dikarin biguherînin. Ji bo di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezin û fireh bikin xebatên pêwîst bi rê ve dibin.”    BANGA RÊXISTINKIRINÊ   Kara, destnîşan kir ku yekane rêya xelasiyê ya li dijî hişmendiya dewlet û zilam, têkoşîna jinan a birêxistinbûyî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke jinên ciwan, li dijî hişmendiya serwer a zilam ji zanîngehan ji lîseyan, jinên karker û bêkar vedixwînin ku têkoşîna birêxistinkirî mezin bikin. Em ê azadiya xwe kolan bi kolan, qad bi qad bidestbixin. Em hemû jinên ciwan vedixwînin ku tev li têkoşîna bi rêxistinbûyî bibin û ji bo xelasiya jinan têbikoşin. Em bawer dikin ku wê ev konferans jî xizmeta vê yekê bike.”   MA/ Dogan Kaynak