'Bi ruhê berxwedêr ê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê ve' 2022-04-02 09:14:17 STENBOL - Endama TJA'yê Ulker Ozadîktî, anî ziman ku di Newrozê de bi milyonan kesî doza azadiya Ocalan kiriye û got, niha hewl didin ruhê berxwedêr ê Newrozê veguhêzînin 4'ê Nîsanê.  Bi milyonan kes li dor agirê Newroza 2022'yan kom bûn. Di pîrozbahiyên Newrozê de doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat kirin. Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ulker Ozadîktî, anî ziman ku divê guh li dengê li qadên Newrozê olan dan bê kirin û got, dê ruhê Newrozê ber bi 4'ê Nîsanê roja rojbûna Ocalan ve veguhêzin.    'EM SOZ DIDIN HEVRÊYÊN XWE YÊN JIN'   Ozadîktî got: "Di serî de jin û ciwan, bi giştî jî tevahiya gel li ber zilma Dehaqan li ber xwe didin. Ev pêvajo wisa bi rihetî çênebû. Bedêlên giran hatin dayîn û hê jî tên dayîn. Bi hezaran siyasetmedar û ciwan di girtîgehan de ne. Ev hemû bedêl in. Em jî careke din soz didin hevrêyên xwe yên jin ên girtî ku em ê bi wê kelecana Newrozê bi ser bikevin."    PEYAMA JINAN   Ozadîktî, destnîşan kir ku Newroza 2022'yan li gor Newrozên din xwedî wateyeke cuda ye û got: "Jinan li qadê peyameke xurt dan. Li her bajarî ruhekî serferberiyê hebû. Ev dîmen ev titş anî bîra me; 'Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin.' Em jin êdî hatine aste serketinê."    'DIVÊ DEV JI SIYASETA QEDANDINA KURDAN BERDIN'   Ozadîktî, bilêv kir ku jinan li qadên Newrozê peyameke aşkere dane îqtidara AKP'ê û got: "Jinan li hemberî hemû polîtîkayên çewisandin û tunehesibandinê yên îqtidarê got, 'em li vira ne, em natirsin.' Piştî vê saetê êdî kes nikare pêşî li ber jinan bigire. Îqtidara AKP'ê jî êdî divê dev ji siyaseta 'tunekirina kurdan' berde. Gel, bersiva van polîtîkayên AKP'ê da. Gelê kurd di warê azadiya rêberê xwe de bibiryar e. Heya Serok azad nebe, ev civak jî azad nabe, jin azad nabin. Divê Serok bi awayekî fizîkî azad bibe."    '4'Ê NÎSANÊ VEJÎNA GELEKÎ YE'   Ozadîktî, bal kişand ser 4'ê Nîsanê 73'yemîn roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku 4'ê Nîsanê bi ruhê Newrozê pêşwazî dikin. Ozadîktî got: "4'ê Nîsanê tenê ne roja rojabûna serok e, di heman demê de vejîna gelekî ye. Di serî de kurd, bi giştî jî hemû gel divê 4'ê Nîsanê pîroz bikin."    MA / Esra Solîn Dal