Jinek li Edeneyê hate qetilkirin 2022-04-06 10:08:37   EDENE - Welatiya bi navê Şukriye Sevînç li Edeneyê ji hêla zilamê bi navê Omer Sevînç ve hate qetilkirin.    Welatiya bi navê Şukriye Sevînç li Taxa PTT Evlerî ya Edeneyê ji hêla Omer Sevînç ve hate qetilkirin. Hat zanîn ku Şukriye Sevînç dixwest dev ji kujer Omer Sevînç berde û ji bo vê hewl dida. Kujer Omer Sevînç di heman demê de hewl da xwe jî bikuje.    Komên tenduristiyê piştî îxbarê hatin cihê bûyerê û diyar kirin ku Şukriye Sevînç li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da ye. Kujer Omer Sevînç ku xwe birîndar kiribû, piştî destwerdana ewil rakirin ambûlansê. Di vê navberê de xizmên Şukriye Sevînç bertek nîşanî kujer Omer Sevînç dan. Cenazeyê Şukriye Sevînç rakirina morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.