Parêzeran serdana Aysel Tugluk kir: Nexweşiya wê girantir bûye 2022-04-06 15:09:37 STENBOL - Parêzerên jin serdana Aysel Tugluk kirin. Parêzeran diyar kir ku nexweşiya Tugluk girantir bûye û Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji vê yekê berpirsiyar in.    Jinên hiqûqnas çûn Girtîgeha Kandirayê û serdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a ku nexweşiya demansê lê peyda bûye kirin. Parêzeran piştî serdana Tugluk li ber girtîgehê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, Parlamentera HDP’ê ya STenbolê Zuleyha Gulum û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûn û pankarta “Bila Aysel Tugluk bê berdan” vekirin û dovîzên “Bila zindan bên hilweşandin, girtî bên berdan”, “Bijî piştevaniya jinan” û “ATK girtiyan dişîne mirinê” hildan.    'NEXWEŞÎ LÊ GIRAN DIBE’    Parêzer Leyla Han Tuzel beriya daxuyaniyê derbarê tenduristiya Tugluk de agahî dan û destnîşan kir ku nexweşiya Tugluk li gorî berê hin zêdetir û giran bûye û ji ber ku piştevanî bi wê re tê kirin xwedî moralek zêde bûye.    ‘ATK, WEZARETA DADÊ Û MEQAMÊN ÎDARÎ BERPIRSIYAR IN’    Piştî axaftina Tuzel, parêzer Eylem Arzu Kayaoglu metna daxuyaniyê xwend. Kayaoglu bi bîr xist ku Tugluk ji sala 2016’an vir ve girtî ye û qala xebat û têkoşîna Tugluk kir. Kayaoglu her wiha rapora berdanê ya nexweşxaneyê daye Tugluk bi bîr xist û got ATK raporên berdana Tugluk li ber çavan nagire û rewşa Tugluk piştguh dike. Kayaoglu li ser helwesta ATK’ê ya li hember Tugluk û hemû girtiyên nexweş nîşan dide rawestiye û got: “Tenê armancek ATK’ê heye ku girtiyên nexweş dişîne mirinê. Helwesta li hember Aysel Tugluk nayê qebûlkirin û ne li gorî wîjdan û rûmeta mirovahiyê ye. Wezareta Dadê û meqamên edlî û îdarî ji tenduristiya Aysel Tugluk a giran dibe, berpirsiyar in. Tiştên li hember girtiyan tên kirin em qebûl nakin.”    BANG LI TBB’Ê KIR    Kayaoglu bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê (TTB) û Baroya Stenbolê kir ku ji bo Tugluk û hemû girtiyên nexweş bikevin tevgerê û dest bi parastina mafê jiyana girtiyên nexweş bikin. Kayaoglu her wiha got ew ji hemû aliyan li benda piştevaniyê ne.