HDP bi Partiya Çep a Almanyayê re civiya 2022-04-12 11:22:21   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP’ê bi parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Almanyayê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de derheqê rewşa Aysel Tugluk de agahî hatin dayîn û Doza Kobanê hate nîqaşkirin.    Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajarên Koln û Duseldorfê yên Almanyayê bi parlamenter û rêveberên Partiya Çep a Almanyayê re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de ji şandeya HDP’ê berdevka partiyê Ayşe Acar Başaran, parlamentera Mêrdînê Pero Dundar û endamên Meclisa Jinan û ji şandeya Partiya Çep jî seroka partiyê ya Duseldorfê Kea Detmers, parlamentera eyaleta NRW’ê Bêrîvan Aymaz û ji rêveberên partiyê yên eyaleta NRW’ê Michaele Gincel-Reinhard amade bûn.    DERHEQÊ REWŞA TUGLUK DE AGAHÎ DAN   Şandeya HDP’ê têkildarî rewşa tenduristiyê ya siyasetmedara kurd Aysel Tugluk agahî dan. Her wiha mijarên Doza Kobanê û hewldanên ji bo girtina partiyê hevdîtin hatin kirin.