'Yê wan bi milyonan dolar heye yê me jî xwezaya me heye' 2022-04-13 09:14:47 SEMSÛR - Ji jinên ku 8 roj in li dijî kana mermeran a tê xwestin li bajaroka Komirê bê çêkirin li ber xwe didin Bahara Boz got: "Tenê ji bo hin kes qezenc bikin em nikarin dev ji çiyayên xwe, axa xwe û xwezaya xwe berdin."  Şîrketa MEDOS'ayê dixwaze li gundê Malê Berdih ê girêdayî bajaroka Komir a Semsûrê kana mermeran çêbike. Bertekên li dijî kana mermeran didomin. Ên pêşengiya berxwedana li dijî kana mermaran dikin jî jin in.    Jinên ku sibehê zû diçin qadan nobedê, bi gopalên di dest xwe de û bi kevirên li ser rê kom kirine ji bo ku makîneyên kar neçin, li ber xwe didin. Di nava van jinan de ji 7 saliyan heta 70 saliyan mirov hene. Ji van jinên berxwedê yek jê jî Bahar Boz a 25 salî ye.    QADEKE BI EWLE   Boz, diyar kir ku cihê ku tê xwestin kana mermeran lê bê çêkirin bi piranî ciheke ku jin heywanên xwe lê diçêrînin û herêm, niha ji bo jinan herêmeke biewle ye. Boz, destnîşan kir ku lê ger kana mermeran bê çêkirin dê tu ewlehiya herêmê nemîne û got: "Li vê taxê mêr karê tûtinê dikin. Hin jê jî li derveyî bajêr karên cuda dikin. Jin jî li vî cihê ku tê xwestin kana mermeran lê bê çêkirin heywanên xwe diçêrînin. Her wiha em li vir ji bo zivistanê êzingan jî berhev dikin. Lê gava kana mermeran bê çêkirin dê tu ewlehiya vir nemîne. Niha em li gor dilê xwe li nava xwezaya xwe digerin, heywanên xw ediçêrînin. Li vir gelek bîr hene, em ava wan didin heywanên xwe."    Boz anî ziman ku li herêmê gelek kanên meremran hene û bal kişand ser bandora wan a li ser xwezayê û jiyana mirovan: "Li Semsûrê, bi taybetî jî li herêma Komirê kevirên mermeran hene. Gelek kanên mermeran hatin çêkirin. Çendî dûrî me ne jî lê ava me, hewaya me guherî. Niha jî dixwazin li biniya gundê me kaneke mermeran çêbikin. Ger ev kan bê çêkirin dê bîrên me ziwa bibin, rêyên em xera bibin û em ê nikaribin heywanên xw ebiçêrînin. Em ê nikaribin bi awayekî ewle bên van deran û giya berhev bikin."     KOÇBERÎ   Boz ku got "Sirf ji bo ku hin kes qezenc bikin em nikarin dev ji çiyayên xwe, axa xwe û xwezaya xwe berdin" destnîşan kir ku dibe ku bi milyonan dolarê wan hebin, lê yê me ji xeynî xwezaya me tiştekî me tune ye. Boz, destnîşan kir ku şêniyên herêmê debara xwe bi sewalvaniyê dikin û got: "Ger em sewalvaniyê nekin, dê li vê dera bi qelaça çawa pereyê penêr, mas, rûn, firingiyan bi dest me bikeve? Dixwazin şêniyên herêmê koç bikin. Ger em biçin bajaran, divê em li wir di karekî de bixebitin. Di nava ew qas kesên betal de, dê kar bi dest min nekeve. Belkî bi salan li kar bigerim. Dê û bavê min extiyar in, heya vî emrî li vir karê tûtinê kirine û em mezin kirine. Ew nikarin li erdê kesine din bixebitin. Em naxwazin em koletiyan hin kesan bikin. EM heya sax bin em ê xwedî li axa xwe, nanê xwe û xwezaya xwe derkevin. Em bi sedan sal in li vira ne. Mezinên me li vira bûn. Niha dixwazin xaniyên me xera bikin. Xwezaya me mala me ye."    MA / Emrûllah Acar