Li Rezanê krîza aborî: Em firingiyên eciqandî berhev dikin 2022-04-14 09:10:26 AMED - Li navçeya Rezanê li ser her kuçeyê behsa xizaniyê tê kirin. Jinên ku ji bêgavî êvarî diçin bazarê û firingiyên eciqandî berhev dikin, dixwazin budçeya ku ji bo şer hatiye veqetandin, ji bo gel bê veqetandin.  Polîtîkayên aboriyê yên xirab ên desthilata AKP'ê bûne cihê krîzeke mezin. Welatiyên ku ketina nava lepên vê krîzê, destnîşan dikin ku tekane sedema krîzê polîtîkayên şer ên desthilatê ne. Ji bajarên ku li ber vê krîzê li ber xwe dide yek jê jî Amed e. Bi taybetî jî krîz herî zêde li navçeya Rezanê xwe dide der. Li Taxa Kaynartepeyê jinên ku li malê dixebitin, serê sibehê piştî karên xwe yên rojane dikin, an li ber xaniyên xwe yên mustaqil an jî abardûmanên xwe li hev kom dibin û behsa krîzê û rêyên xelasiya ji krîzê dikin. Em guh li nîqaşên wan dikin.    Gava me xwest em daxilî nava sohbetê bibin û ji bo vê em çûn cem wan, piraniya wan ew tahdeya derûnî û fizîkî ya li wan hatiye kirin bibîr xistin û xwe nedan ber axaftinê.    'DIÇIM BAZARA ÊVARÎ'   Li taxê em li kuçeyeke din leqayî sohbeteke din a li ser krîzê dibin. Jin hem behsa bandora krîzê dikin hem jî wekî çareserî îşaret bi çûna AKP'ê dikin. Ji van jinan yek jê dibêje, 'Ev dê biçin, dê biguhere.' Em dibin mêvanê Yagmûr Bîlen a 32 salî. Tevî 3 zarokên xwe û hevjînê xwe di xaniyekî kevn de dimîne. Malbata Bîlen bi meaşê kêm debara xwe dike. Yagmûr BÎlen dibêje: "Her tişt hingî biha bûye, pereyê me ne têra ceryanê, ne avê, ne jî qût dike. Me sobe komirê vêdixist. Lê di meha Adarê de fatûreya ceryanê 362 TL hat. Fatûreya avê di biniya 80 TL'yî re nayê. Jixwe em hezar û 500 lîreyê meaşê xwe jî didin heqê kirê. Ez êvarî diçim bazara taxê. Em berên mayî berhev dikin û bi van beran îdara xwe dikin."    Bîlen, destnîşan kir ku ji du zarokên wê yek jê ji bêgavî dev ji dibistanê berdaye û got: "Diçe dibistanê, lê ez nikairm xercaneyê bidimê." Bîlen, bilêv kir ku gava tu heqê potik, şîr û mamayê zarokê biçûk jî lê zêde bikî pere namîne û got: "Fiyetan zêde dikin, malzeme kêm dikin. Berê şîrê herî baş bi 5 TL'yan bû, niha yê herî xirab bi 12-13 lîreyan e. Her tişt ji sedî sed biha bûye."    'JI DÊVLA BUDÇEYA ŞER, BUDÇEYA JI BO GEL'   Bîlen, bilêv kir ku sedema vê krîzêê kûr polîtîkayên şaş ên desthilata siyasî ne û got: "Berpirsê vê rewşê niha di qesrê de ye. Ji bo me feqîran her diçe zehmetir dibe. Em tenê doza jiyanek baş dikin. Em dixwazin şer biqede. Heta budçeyê ji bo şer vediqetînin bila ji bo gel veqetînin."    SERŞO Û MITBEX EYNÎ CIH E   Em li kuçeyeke din dibin mêvanê mala Leyla Demîr a 28 salî. Demîr, tevî hevjînê xwe û du zarokên xwe di xaniyekîs erobero de dimîne. Medbaxa malê û serşo heman cih e. Li ber dezgeha midbexê dîwareke nizmm hatiye lêkirin û wş aliyê dîwar wekî serşo tê bikaranîn. Ji ber ku hevjînê Demîrê karê rojane dike, dahateke wan a bi rêk û pêk tune ye. Xaniyê wan bi kirê ye û heqê kirê 400 lîre ye. Demîr dibêje: "Ji ber bihabûnê nikarim biçim bazarê. Ev wexteke hevjînê min betal e. Roj heye 100 TL'yî qezenc dike. Ma ez ê bi vî 100 lîreyî rûn bikirim an birincê bikirim? Kîloya firingiyan bûye 20 lîre. Ez kîloyekê bistînim têra xwarinekê jî nake. Xiyar û bacan jî wisa ne. Tu bi 200 lîreyî biçî marketê ancax tu yê karibî rûn bikirî. Ez êvarî diçim bazarê fiiringiyên mayî berhev dikim."    Demîr, destnîşan kir ku zarokên wê tim kek dixwazin, lê ji ber fiyetê ceryanê nikare çêbike û got: "Ez herî dawî kengî çûm marketê nayê bîra min. Bi hatina meha Remezanê re çend xêrxwazan alîkarî kirin. Niha em bi wan debara xwe dikin. Gava ew biqedin nizanim ez ê çi bikim. Sedema van zeman şer e. Serokkomar çaya herî taybet vedixwe. Eşyayên bi milyonan dikire. Lê gava dor tê me hesabê 5 qurîşan dike."    MA / Eylem Akdag