Mêran di Sibatê de 47 jin kuştin 2018-03-04 10:20:12 NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora sibatê aşkere kir û diyar kirin ku di Sibatê de mêran 47 jin qetil kirin, 30 zarok îstîsmar kirin û tecawizî 31 jinan kirin. Platfromê diyar kir ku ev yek girêdayî şer û tundiyê ye.  Platforma Em Dê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora der barê tundiya li ser jinê bi raya giştî re parve kir. Platformê di raporê de diyar kirin ku di Sibatê de mêran 47 jin qetil kirin, 30 zarok îstîsmar kirin û tecawizî 31 jinan kirin. Platformê anî ziman ku ji ber zimanê tundî, zext, şer û dijminantiya li dijî jinê zêde bûye qetilkirin, tacîz, tecawiz û îstîsmara li ser jin û zarokan jî zêde bûye. Platformê anî ziman ku li şûna li rê û rêbazên careseriya modern bigerin bi rêbazên xesandin û darvekirinê li çareseriye digerin. Di raporê de hat diyar kirin ku lişûna çareseriyê, rêbazên ku bêtir tundî û kuştinê sor dikin pêş dixin. Li şûna bersûc ceza bikin cezayê bersûc kêm dikin. Platformê xwest jin li dijî tundiyê piştevaniyê xurt bikin û diyar kirin ku di vê mehê de jinan bi çalakiya #JinDêRanewestin û #JiBoRawestandinaÎstîsmaraZarokan bertekên xwe anîn ziman. Platformê xwest di 8'ê Adarê de jin piştevanî û yekîtiya xwe bêtir xurt bikin û têkoşînê bêtir bilind bikin.   Platformê anî ziman ku di sibatê de ji 47 jinên hatin kuştin jê ji sedî 26 zewicî bûn û ji aliyê zilamê xwe ve hatin kuştin, Ji sedî 13 ji aliyê mêrê nas ve hatin kuştin û nêviyê zêdetir di navbera 36-65 salî dehatin kuştin. Ji sedî 19 ji wan di temenê 25-35 salî de û ji sedî 7 di navbera 19-24 salî de hatin kuştin.    Platformê anî ziman ku tenê li gorî tişta di çapemeniyê de xuya bûye 30 zarok rastî îstîsmarê hatine û 31 jin jî ratî tundiya zayendî hatine.