Jinan di 8’ê Adarê de 8 kîlometre pedal zivirandin 2018-03-04 13:51:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Wan, Riha, Edene û Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de çalakî pêk anîn. Endamên Platforma Jinan a Axtamara, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de 8 kîlomet pedal zivirandin û nepoxên xemrî firandin.    Endamên  Platforam Jinan a Axtara ya Wanê di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê  Roja Jinên Cîhanê de, çalakiya bîsîkletan pêk anî. Jinên serê Duriyana Rêbejahiyê kom bûn, destmalên spî li serê xwe girê dan û li bîsîkletan sîwar bûn. Jin bi berz kirin dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û tilîliyan ketin rê. Jinan 8 kîlometere pedalên xwe zivirian din û welatiyên der dorê jî bi lêdanan korneyan piştgirî dan jinan.    Jinên ku li Îskelê kom bûn, nepoxên gel xwe anîbûn firandin. Jinan dûre bi hevre wêne kişandin û vegeriyan navenda jinan a bajêr. Platform dê bi Atolyaya Jinolojiyê çalakiyên xwe yên îro bidomînin.    LI EDENEYÊ JÎ JIN DI TAŞTÊ DE LI HEV CIVIYAN    Koleftîfa Keda Jinan a Edeneyê jî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de bi dirûşmeya “Piştevaniya jinê dide jiyîn û têkoşîna wê azad dike” de li Ocakbaşi ya Merdîven taştêya  piştevaniyê da. Gelek jin beşdarî taştê bûn û derbarê çalakiyên dê li Edeneyê pêk bên de sohbet kirin. Jin dê di 8’ê Adarê saet 16.00’an de ji ber Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan heya Qada Ugur Mumcu bimeşin û mîtîngê pêk bînin. Jinan banga tevlîbûna mitîngê li hemû jinan kir.   RIHA   Meclîsa Jinan a HDP’a Dîlokê jî, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de, di taştê ya li agavahiya DBP’ê ya Şahînbey de li hev civiyan. Di çalakiya taştê de sînevîzyona hat pêşandan û piştî pêşandinê Endama MYK’a HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler  axivî û got: “Cîhanekê ku jin lê azadî bijîn mimkûne. Ji Kobanê û Reqqa jinan li dijî hovîtiya DAIŞ’ê serkeftinên mezin bi dest xistin. Jin dê li Efrînê jî serkeftinên mezin bi dest bixin.”   ÎZMÎR    Rêxistina HDP’a navçeya Karabaglar a Îzmîrê jî, li avahiya xwe taştê da û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir. Endamên zilam ên partiyê  û Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu jî piştgirî dan jinan û 8’ê Adara jinan pîroz kirin.      Li aliyê din Endamên Meclîsa  Jinan a HDP’ê yên Bayrakli û Seferîhîsarê taştê dan û jin di taştê de li hev kom bûn.