Akademîsyenên îxracbûyî: Em dê rêxistiniya xwe nîşanî dijminên jinan bidin 2018-03-05 09:04:33 KOCAELÎ - Akademîsyenên Jin ên bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku ew dê rêxistiniya xwe bi têkoşîna xwe nîşanî dijminên jinan bidin û xwest hemû jin bi ruhê 8'ê Adarê dakevin kolanan.  Jin li her qadê amadekariyên pîrozbahiya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dikin. Akademîsyenên jin ên deklerasyona “Em nabin şirîkê vî sûcî" îmze kirin û bi KHK'ê hatin îxrackirin jî bang li jinan kirin ku dakevin kolanan. Akademîsyenên Zanîngeha Kocaelî (KOU) yên hatin îxrackirin jî diyar kirin ku ew dê di 8'ê Adarê de li qadan bin.    ‘JIN TEVÎ HEMÛ TIRSÊ LI QADAN BÛN'    Akademîsyen Dr. Asli Kayhan diyar kir ku piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) zextên li ser jinan zêdetir bûn û ji bo jinan jiyan bêtir zahmet bû. Kayhan, anî ziman ku tevî hemû tirs, zext û astengiyan jin dîsa li qadan bûn û dengê xwe bilind kirin û dê dîsa li qadan bin û dengê xwe bilind bikin. Kayhan, anî ziman ku jinan li dijî zagonên ku tundiyê rewa dike kolan vala nehiştin û bang li her kesî kir ku bi biryar û bi hêz li qadan cihê xwe bigirin. Kayhan, destnîşan kir ku ger jin mil bidin hev û bi hevre denge xwe bilind bikin dê bêtir bi hêz bibin û wiha got: "Em dê ji berê bi hêztir û biryardir li dijî zext û zordariyan her dem li kolanan bin.    ‘EM DÊ RÊXISTINBÛNA XWE NÎŞANÎ DIJMINÊ JINAN BIDIN'    Kayhan, anî ziman ku ew dê rêxistinbûna xwe nîşanî dijminên jinan bidin û wiha berdewam kir: “Em dê bi wêrekî û biryarî cerek dih dakevin kolanan û hêza xwe nîşan bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku li qadan dengê xwe bilind bikin."      ‘EM BI BERSÎVÊN XURT BI SER KETIN'    Akademisyena bi KHK'ê hat îxrackirin Dr. Hulya Kendir jî, anî ziman ku qedexe ji bo jinan bê wate ye û wiha got: "“Sala par jî me di bin OHAL û KHK'yan de 8'ê Adarê pîroz kir. Li Tirkiye bi salan e jin di bin OHAL'ê de dijîn. Ji bo jinan her dem zext û tundî heye. Her dem qedexe heye. Me her dem bi bersîvên xurt tundiya li ser xwe şikand. Em dîsa dê bi bersîvên xurt bi ser bikevin."    ‘EM DÊ RABERÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'   Kendir, anî ziman ku bi OHAL'ê herî zêde xezt li ser jinê zêde bûne û wiha got: "Jinan her dem jiyana aştî, azadî û wekheviyê parast. Dê ji niha û şûnde jî raperîna xwe berdewam bikin. Wekî me bi sedan jinên aştî û jiyanek wekhev xwest hatin îxrackirin. Em jin tevî hemû zextan dê dîsa jiyana azad û wekhev biparêzin. Têkoşîn û raperîna me dê bidome. Em dê li dijî hemû zext û zordariyan têbkoşin û heta daxwazên me pêk bên û heta jiyanek wekhev û azad tekoşîna me dê bidome. Em bang li hemû jinan dikin ku bi ruhê 8'ê Adarê yê raperînê dakevin qadan."