Jina ku li Qilebanê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2022-04-22 09:42:47   ŞIRNEX - Li navçeya Qilebanê Metîn Şengîl duh êrişî Berîvan Akturk a ku dev ji hev berdabûn kiribû. Akturk, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Bêrîvan Akturk (31) a li navçeya Qilebana Şirnexê dijiya ji aliyê Metîn Şengîl ve ku dev ji hev berdabûn, duh rastî êrişa çekdarî hat. Bêrîvan Akturk a giran birîndar bûbû li nexweşxaneyê dihat dermankirin. Piştî ku rewşa Akturk giran bû sewqî nexweşxaneyeke din hat kirin, Akturk li vir jiyana xwe ji dest da.    ÊRIŞKAR HÊ NEHATIYE GIRTIN   Metîn Şengîl ê piştî êrişî reviya hê nehatiye girtin. Li aliyê din hate hînbûn ku du zarokên Bêrîvan Akturk hene.