Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket 2022-05-02 14:07:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 37’an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi manşeta “Heke em şer ne lêpirsîn nikarin xizantiyê çareser bikin” hate weşandin.    Hejmara 37'an a Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê ku 15 rojan carekî tê weşandin, bi mijara 1’ê Gulanê û bi manşeta “Heke em şer ne lêpirsîn nikarin xizaniyê çareser bikin” hate weşandin. Di hejmara nû de nivîsên cuda û gotûbêjên cuda hene. Gotûbêja Hîcran Urun a bi Serpil Kemalbay a HDP’î re çêkiriye di hejmara nû de hate parvekirin.   Hulya Osmanagaoglu jî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser xwarina kedê jinê û hevkariya patriyarkal û kapitalizmê. Her wiha rojnameger Kîbriye Evren jî bi sernavê "Hem kurd hem rojnamegera kurd..." ve balê dikişîne ser heqîqeta rojnamegerên jin ên kurd ku tevî zext û astengiyan jî dinivîsin.    Serenavên di hejmara 37'an de cih digirin wiha ne:   *Hem kurd hem rojnamegera kurd... / Kîbriye Evren   *Heke em şer ne lêpirsîn nikarin xizaniyê çareser bikin / Gotûbêja bi Serpîl Kemalbay re - Hîcran Urun   *Polîtîkaya keda femînîst, bêbawerî û xizaniya jinê / Hulya Osmanagaoglu     * Dem dema wê ye ku em bibêjin pergaleke bêşer û bê kedxwarî pêkan e / Nebîle Irmak Çetîn   * Rewşa rojnamegeriyê ya jinbûyinê: Hewldana xwe îspatkirinê, tacîzên nayên tespîtkirin, zehmetiyên ku ne hewceyî îspatkirinê / Sevda Karaca   *Dijberiya şer jî di nav têkoşîna jinê de ye! / Heval Arslan   *Piştevaniya Patriyarkal û doza Fatma Altinmakas / Firdevs Hoşer