Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin 2022-05-05 11:38:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye û komên girêdayî wê li benda kontrolê ya di ketina Efrînê jina bi navê Arîn Fexrî Muslim revandin.    Binpêkirên artêşa Tirikyeyê û komên girêdayî wê yên li Efrînê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), komên girêdayî Tirkiyeyê di 3’yê gulanê de jina bi navê Arîn Fexrî Muslim (37) a ji gundê Şîtka yê navçeya Mabata ya Efrînê di ketina bajarê Efrînê de li benda kontrolê revandin.    Arîn Fexrî Muslim dayika du zarokane û çarenûsa wê nayê zanîn.