Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê: Em ê nesekinin 2018-03-08 09:11:41   STENBOL- Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê ku ji bo bal bikişîne ser çewisandinên li ser jinan û pirsgirêkên di vî warî de çareser bike hat avakirin, wê li rê û rêbazên berterfkirina çewisandin û pirsgirêkên ku xwendekarên jin bi wan re rû bi rû dimînin bigere. Endama qulûbê Dîlara Gevrek got: "Wê jinên li zanîngehan nesekinin."    Qulûba Mafên Jinan a Stenbolê ku xwendekarên jin ên Zanîngeha Stenbolê ew ava kirin, ji bo balê bikişe ser çewisandinên li ser jinan û pirsgirêkên di vî warî de çareser bike zend û bend badan. Jinên li zanîngehan dixwînin, hem li dibistanê hem jî li der ve dest bi xebatan kirin. Di standên ku vedidin û civînên xwenasînê de jin tên gel hev û bi hev dişêwirin. Her wiha wê di bin banê qulûbê de li rê û rêbazên ku çewisandinên li ser jinan berteraf bikin û pirsgirêkan çareser bikin jî bê gerîn. Endama qulûbê Dîlara Gevrek, der barê avakirin û armanca qulûbê de agahî dan.    Gevrek diyar kir ku di serdemeke ku çewisandinên li ser jinan zêde dibin û li kampusên zanîngehan nêvengên çewisîner xwe didin der de, pêdiviya wan bi qulûbeke bi vî rengî çê bûye. Gevrek bi lêv kir ku ji bo ew der barê hemû tiştên ku jinê eleqedar dike nîqaş bikin hatine gel hev. Gevrek anî ziman ku ew hewl didin ku di civînên xwe yên nasînê de bêtir xwe bigihînin jinan û got: "Em li ser fikra ku em ê çawa di nav akademiyê û derî akademiyê de jinan bînin gel hev û paşê fikra avakirina qulûbeke wisa derket holê." Gevrek bi bîr xist ku di demên dawî de li Tirkiyeyê jin di bin banê meclîsên li bajar û navçeyan tên avakirin de xwe birêxistin dikin. Gevrek got: "Me jî got divê em jî li zanîngehê xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ya sereke ew e ku em nîqaşa bêjin jinên zanîngehê ne bi tenê ne, em ê çawa ji nêvengên çewisîner xelas bibin bikin. Em zêde bi çewisandinan re rû bi rû dimînin. Em ê jî berteka xwe nîşan bidin. Jinên di bin banê qulûbê de cih digirin, bi taybetî jî wê bi hevalên ku bi taciz û êrîşan re rû bi rû dimînin re pêwendiyê deynin û em ê bi hev re li çareseriyê bigirin û par ve bikin."    Gevrek destnîşan kir ku nêvenga şerî herî zêde bandorê li jin û zarokan dike û divê di serdemeke wisa de ew li qadên têkoşînê bi hev re tev bigerin.    ‘DIVÊ EM BI HEV RE PIRSGIRÊKÊN XWE ÇARESER BIKIN'    Gevrek, diyar kir ku jinên li zanîngehan bi rihetî dikarin bibin endamên qulûbê. Gevrek, anî ziman ku ew ê di rojên pêş de panelan li dar bixin, fîlman bidin pêşandan û gelek çalakiyên din li dar bixin. Gevrek got: "Em difikirin ku paneleke mezin li dar bixin. Me di mîtînga biroj a 8'ê Adarê de cih girt û em ê di nav Meşa Şevê ya Feminîst de jî cih bigirin. Em ê di 11'ê Adarê de jî di bin banê Meclîsa Jina ya Tirkiyeyê de bi jinan re bên gel hev. Em ê bi hev re hewl bidin ku pirsgirêkên xwe çareser bikin."    ‘WÊ JINÊN LI ZANÎNGEHAN NESEKININ'    Gevrek bang li hemû jinan kir û got: "Divê jinên ciwan dema der barê jiyana xwe de biryarekê dan dev jê bernedin. Bila zanibin ku ew ne bi tenê ne. Em ê li her derî li gor dilê xwe li xwe bikin, em ê ya xwe bibêjin, wekî dixwazin bijîn û ji bo vê jî bitêkoşin. Wê jinên li zanîngehan 365 rojên salê wekî 8'ê Adarê derbas bikin û qet nesekinin."    MA / Necla Demir – Sadiye Eser