Ji qadan bang kirin: Divê herkes ji bo Efrînê serî rake 2018-03-08 09:12:26 STENBOL-  Jinên stenbolî li qadan daxwazên xwe yên ji bo aştiyê dîqîrin. Fatma Altintaş got: "Bila tu kes zarokên li Efrînê ji bîr neke." Sîman perî jî got: "Nabêjin jin û zarok in, her kesî dikujin. Mal û milkên wan talan dikin."  Êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê OSO yên li dijî Efrînê di rja 48'an de ne. Jinên ku bi coşeke mezin 8'ê Adarê li qadan pîroz dikin, di heman demê de li dijî şer û mîlîtarîzmê jî dengê xwe bilind dikin. Li Stenbolê jinan li qadên 8'ê Adarê gotin "Jin şer naxwazin" û bertek nîşanî şerê li Efrînê dan.    'LI EFRÎNÊ NE PISÎKEK TIRKIYEY NE JÎ...'    Hanîfe Ozdemîr êrîşa li ser Efrînê wekî "dagirkeriyê" wesifand û got: "Li Efrînê ne piskîkek Tirkiyeyê ne jî kûçikekê wê winda bûye. Qelat mirovên li ser axa xwe, li welatê xwe ne dagir dike. Ez ji vî şerî re dibêjim na. Tu şer nayê erêkirin." Aysel Bûdak jî got: "Ya li Efrînê tê kirin neheqî ye. Çi karê Tirkiyeyê li Efrînê heye? Ma xaka wê ye? Bi ser de jî dibêjin 'Tevgera Şaxa Zeytûnê'. Ma ew darên zeytûnê yên welatê te ne?"    ‘EM ZAROKÊN XWE JI BO ŞERÊ AKP'Ê MEZIN NAKIN'    Hacer Çokşen jî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê berê çekan dide zarokên kurdan û wan dikuje. Çokşen got: "Ma qey em zarokên xwe ji bo şerê AKP'ê mezin dikin? Zarokên me li ber çavên me dikujin. Wekî dayikekê ez tehamulî vî tiştî nakim. Dilê min dişewite.Wijdaneke çawa bi wan re heye. Ez dewleta tirk şermezar dikim. Ez îktîdara AKP'ê şermezar dikim."   ‘EM Ê BI SER BIKEVIN ÇIMKÎ EM MAFDAR IN'    Emîne dûman jî ku ji gelê tirk pirsî "Hûn ji bo çi zarokên xwe dişînin şer?" got: "Pêşî zarokan birçî dihêlin, paşê pereyan didin wan û dibêjin 'biçin şer'. Dibêjin 'bila welat sax be'. Dibêjin 'em ê biçin paqij bikin.' Ma ê li hemberî wan ne mirov in? Ev muamele ji bo heywanan jî nayê kirin. Şerm e. Madem hûn dibêjin 'em goşt û nenûk in', nexwe divê dawî li vî şerî bê. Êdî bes e. Îro tu ji kurdekî re bêjî 'gelê Asyaya Navîn bikuje, dest deyne ser malên wan' û tu bi çewalan zêran jî bidî wan wê neke. Lê ji bo çi hûn çav berdidin malê kurdan? Hûn ji kurdan re dibêjin 'em xwişk û bira ne'. Madem em xwişk û bira ne, nexwe hûn ji bo çi Efrînê bombe dikin? Em tenê doza nasnameya xwe dikin. Me zimanê tu kesî qedexe nekir. Ew zimanê me qedexe dikin. Wê gelê me bi ser bikeve. Çimkî em mafdar in."    ‘WÊ NIKARIBIN VÎ GELÎ TUNE BIKIN'    Yeter Aslan got: "Em aştî û azadiyê dixwazin. Em kengî bêjin xwişk û biratî êrîşî me dikin, dixwazin me tune bikin. Lê wê nikaribin vî gelî tune bikin. Êdî kurd ne kurdên berê ne. Em ê çok daneynin, em ê serî netewînin."    ‘NIHA DEMA BERXWEDANÊ YE'    Fatmal Altintaş jî bang li herkesî kir ku ji bo Efrînê dengê xwe bilind bikin û got: "Bila tu kes zarokên li Efrînê ji bîr neke. Divê herkes ji bo Efrînê serî rake. Niha dema berxwedanê ye." Her wiha Sîman Perî jî diyar kir ku ji bo şer rawest e ew li qada ne û got: "Nabêjin jin û zarok in, her kesî dikujin. Mal û milkên wan talan dikin. Em vê rewşê şermezar dikin. Em kurd ji bo tu gelan şer naxwazin. Bila ne leşker ne jî gelî nemirin."