Gotina ‘Jin hene’ cihê herî zêde lê bi wate ye erdnîgariya Botanê ye 2018-03-08 11:19:20 ŞIRNEX – Dayika Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez di Newroza 1992’an de hat kuştin. Piştî 23 salan Îrmez şahidiya kuştina Taybet Înan kir û li gorî Îrmez gotina “Jin hene” herî zêde li ser erdnîgariya Botanê xwedî wateye.  Di Newroza 1992’an de ya li Şirnexê polîs û leşkeran êrîşî şahiyê kir û dayika Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez hat kuştin. Dema dayika Îrmez kuştin hêj ew 7 salî bû û şahidiya kuştina dayika xwe kir. Ji ber vê yekê jî her 21’ê Adarê ji bo Îrmez dîrokek girîng e. Îrmez bi dayik, bav û xwişka xwe re diçe pîrozbahiyê û ew dîmenên hovîtiya li dijî şahiya Newrozê ji bîra wê naçe. Îrmez bi dayika xwe re xwe li malekê digirin û lê mirin pêşiya wan bernade. Di gulebarankirina malê de dayika Îrmez jiyana xwe ji dest da.    Îrmez got ku ew di temenê biçûk de bi “terora dewletê” re hevrû ma, piştî wê rojê bi salan parêzvaniya mafê mirovan kir û niha jî bi nasnametiya siyastmedariyê têkoşîna xwe dewam dike. Îrmez anî ziman ku her çiqas 26 sal bi ser bûyerê re derbas bûb jî lê wêneyê wê hovîtiyê qet nehatiye guhertin.    ‘KUŞTINA DAYIKA MIN JIYANA MIN GUHERAND’    Îrmez diyar kir ku kuştina dayika wê tevahiya jiyana wê guhertiye û got: “Ez hêj 7 salî bûm. Ew serdem baş tê bîra min. Di Newroza 1992’an de li qadê coşa Newrozê hebû. Hemû kesî li ber def û zirnê govenda digerand. Girseyek mezin kom bûbû. Pişt re bi çekan êrîşî girseyê kirin. Ez û dayika xwe bi lez çûn mala nasek xwe ya nêzî qadê. Em li wir bûn me bihîst ku gelek mirovan li qadê jiyana xwe ji dest daye. Em demek şûn ve vegeriyan mala xwe. Demek dirêj dengê çekan dîsa bilind bû. Êrîş heta derdora mala me hat. Me hemûyan xwe avêt erdê. Êrîşa çekdarî li dijî mala me nêzî nîv saetê dewam kir. Piştî dengê çekan qût bû em rabûn. Bavê min ji me re got ku dayika min jiyana xwe ji dest daye. Tenê ne dayika min, çend jin û zarokên taxê jiyana xwe ji dest dan.”   ‘ÇÎROK HEMAN IN’    Îrmez da zanîn ku piştî kuştina dayika wê 23 sal şûn ve li Silopî di 19’ê kanûna 2015’an de di “qedexeya derketina derve” de şahidiya kuştina Taybet Înan a polîsan wê kuşt û cenazeyê wê hefteyek li kolanê ma kir. Îrmez got: “Min ji bo dayika xwe tiştek nekir, lê me dikaribû dayika Taybet rizgar bikira. Ji ranê xwe birîndar bûbû û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da. Me bi hemû rayedarên dewletê re hevdîtin kir, lê destûra me nedan em wê ji wir bibin nexweşxaneyê. Heke dewletê destûr bida me dê dayika Taybet bihata rizgarkirin. Dê Dayika Taybet tu carî neyê ji bîrkirin. Her çiqas dem derbas bibe jî lê li Botanê heman çîrok derdikevin holê.”    ‘JINÊN BOTANÊ WATEYA JIYANÊ XÛRTIR DIKIN’    Îrmez anî ziman ku di nav civakek bê înkarkirin de têkoşîna jinê jî bi berxwedanek û têkoşînek zehmet li pêş dikeve û jin bi têkoşîn û berxwedana xwe bûn pêşengên civakê. Îrmez bal kişand ser têkoşîna jinan a 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û jinên Botanê bi van gotinan pênase kir: “Gotina ‘Jin hene’ herî zêde li ser erdnîgariya Botanê bi wate ne. Jinên Botanê her tim bûn pêşengên civakê.”