Parêzer Sevîmlî: Guhertina demografiya bajaran tundiyê zêde dike 2022-05-25 10:53:09   AMED - Parêzer Çîgdem Sevîmlî, diyar kir ku li Kurdistanê sûcên li dijî jinan weke polîtîkaya dewletê pêk ten û got ku hejmara leşker, polîs, notirvan ku nîvî gelheyê ne demografiyê diguherînin û îhtîmala tundiya li ser jinan zêde dikin.      Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, ji ber polîtîkayên dijminane yên desthilata AKP'ê kuştina jinan veguheriye "qirkirina zayendî". Li gorî çeteleya ku JINNEWAS derbarê kuştinan jinan de digire, di 4 mehên destpêkê yên sala 2022'yan 112 jin hatine kuştin. Tenê di 18 rojên destpêkê yên meha gulanê de 16 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Di vê pêvajoya ku kuştina jinan di rojevê de ye; li navçeya Silopiya ya Şirnexê Sakîne Kultur ji aliyê Serokê Ocaxa Tevgera Taybet Îbrahîm Barkin ve, li navçeya Depê ya Xarpêtê Remziye Apaydin ji aliyê Nîhat Cav ve û li navçeya Qelqelî ya Wanê jineke ku nasnameya wê nehatiye diyarkirin û tê angaştkirin ji aliyê leşkeran ve hat kuştin. Ev kuştinên jinan careke din têkiliya di navbera kuştina jinan û polîtîkayên şerê taybet de derxist holê.    Parêzera Baroya Amedê Çîgdem Sevîmlî, derbarê sedemên kuştinan jinan û polîtîkayên bêcezahiştinê de axivî û nirxandinan kir.    'JIN TÊN BÊDENGKIRIN Û KUŞTIN'   Çîgdem Sevîmlî, diyar kir ku jin di civakê de bi cihêkariye re rû bi rû ne û wiha got: "Jin tên bêdengkirin, cihêkarî li wan tê kirin û herî dawî jî tên kuştin. Ev hem di jiyana kar de hem jî di jiyana nav malê de derbasdar e. Lewre zilam serdest e. Ev jî bi xwe re newekheviyê tîne û dibe sedema tundiyê. Zihniyeta baviksalarî jî sedema tundiya li ser jinan e. Ji bo hînkirina vê rewşê tenê li îfadeyên di dosyayên cinayetên jinan de bê nêrîn bes e. Îfade û parastinên faîlan gelek sedeman nîşanî me didin. Vegotinên wan her çiqas rastiyê nîşan nedin jî hewldanên wan ên meşrûkirina tundiyê sedemeke din a tundiyê derdixe holê."   POLÎTÎKAYA DEWLETÊ   Di berdewama axaftina xwe de Sevîmlî, destnîşan kir ku li Kurdistanê ji bilî sedemên ku li jor rêz kirine tundiya li ser jinê weke polîtîkayên dewletê tê pêkanîn û ev tişt anî ziman: "Di cînayeta Sakîne Kultur de polîtîkaya dewletê tê dîtin. Piştî 2015'an de demografiya herêmê hat guhertin. Êdî nîvê gelheya bajaran polis, notirvan, cerdevan û leşker in. Ev mudaxaleya li bajaran îhtîmala tundiya li ser jinan jî zêde kir. Destdirêjiya li Îpek Er û îstîsmarkirina 15 zarokan a li Wanê hêleke din a vê tundiyê ne. Di bin van sûcan de hêza dewletê heye. Van sûcan ji xwe re weke maf dîbinin. Weke di dosyaya Îpek Er û zarokê ku li Mûşê dest dirêjî hat kirin de dikarin bibêjin, 'em dewlet in, naskiriyên me di AKP'ê de hene'. Ev gotin girêdayî vê polîtîkayê ne."   'BÊYÎ GUHDARKIRINA JINAN WÊ TU PIRSGIRÊK ÇARESER NEBE'   Sevîmlî, bi lêv lir ku di mijara pêşîgirtina tundiya li dijî jinan de daraz bi polîtîkaya becezahiştinê dibe sedema cinayetên jinan û wiha axivî: "Bi sererastkirinên ku di demên dawîn de tên kirin sûc bê ceza tên hiştin. Di dosyayên tundiya li ser jinan de bêcezahiştin çêbûye. Li dijî van hemû neyînîtiyan divê êdî daraz hewlesteke zelal nîşan bide. Lê îro daraz rola xwe nalîze. Di sererastkirinên qanûnan de pirsgirêk hene. Li Tirkiyeyê her carê ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan qanûn tên sererastkirin lê desthilateke ku xwe ji Peymana Stenbolê vekişandiye heye. Em dizanin ku desthiata ne ji dil e. Bi têkoşînan jinan partiyên siyasî tundiya li ser jinan kirin rojeva xwe. Ew jî dizanin ku wê bêyî jinan tu guhertin pêk neye. Heke bi awayekî ji dil jin neyên guhdarîkirin wê tu pirsgirêk çareser nebe."   MA / Eylem Akdag