Li Dîlok û Riha jinan got: Em hebûn, em hene û em ê hebin 2018-03-08 14:30:40 DÎLOK  / RIHA – Li Dîlokê jin daketin kolanê û dirûşmeya “Em hebûn, em hene û em ê hebin” berz kirin. Li Rihayê jî jinan banga jiyanê rawestandinê kir.  Polatforma Jinan a Demorkatîk a Dîlokê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Parka Yeşîlsu daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Endamên KESK, SYKP, ODP, HDP, DBP û EMEP’ê û bi sedan jin beşdar bûn. Jinan pankarta “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Em li pey mafên xwe ne” vekirin. Li ser navê jinan Sekretra Şaxa BES’ê Sevgul Ozdemîr daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew li cîhanek adil, wekhev û azad bijîn rizgariya jiyankirinê di destê jinan de ye û ew ê tundî, kuştin, îstîsmar û cudakariya li ser jinê qebûl nekin. Ozdemîr got ku ew ê li dijî her cûre tundî û êrîşan li ber xwe bidin.    Piştî daxuyaniyê jinan stranên kurdî û tirkî strandin û govend gerandin. Jinan dirûşmeyên “Em hebûn, em hene û em ê hebin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    RIHA    Platforma Jinan a Bajêr a Rihayê jî bi civîna çapemeniyê peyama “Em hebûn, em hene û em ê hebin” dan. Civîn li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê pêk hat. Polîsan nasnameyên jinên hatin civînê kontrol kir û pirsên balkêş ji jinan kir. Hatîce Çevîk û hevjînê xwe Îzzet Çevîk ên ku keça xwe di teqîna Garê ya Enqereyê de winda kirin, endama Meclîsa CHP’ê Yildiz Erbîl Aydinlik, Seroka Baskên Jinan a CHP’a Halîliyê Burçak Onder û gelek jin beşdarî civînê bûn.    Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê Leyla Mumin li ser navê jinan daxuyanî xwend û destnîşan kir ku Rewşa Awarte tundiya li ser jinan rewa kiriye û polîtîkayên bi riya KHK’ê yên jinan feqîr dike û cuda dike xistne meriyete. Mumîn anî ziman ku ew ê gotinên xwe bêjin û gav paş de neavêjin. Mumîn banga rawestandina rojek jiyanê li tevahiya cîhanê kir.