Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê 2022-05-31 15:58:16 ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku li gundê Mergeh ê navçeya Qilebanê jina bi navê B.S. (20) întîhar kiriye.   Hat îdiakirin ku li gundê Mergeh ê navçeya Qilebana Şirnexê, jina bi navê B.S. (20) hewl daye întîhar bike. Piştî ku malbata B.S. ji rewşê agahdar dibe, keça xwe bi ambûlansê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. B.S. piştî mudaxileya li vir lê hate kirin, sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate kirin. Hat zanîn ku rewşa B.S.'yê girane.