Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da 2022-06-01 11:52:45   ŞIRNEX - Li Qilebanê jina bi navê Bîlmez Sak a 20 salî ku tê îdiakirin hewl da întîhar bike, jiyana xwe ji dest da.    Hat îdiakirin ku jina bi navê Bîlmez Sak a ji gundê Mergeh ê Qileban a Şirnexê, hewl da întîhar bike. Bûyer duh qewimî û Sak rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. Ji vir jî Sak veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Sak, di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da.