Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an 2022-06-02 13:13:10   ÊLIH - Hejmara jinên li Êlihê bi serdegirtina malan de hatin binçavkirin derket 18'an.   Serdozgeriya Komarê ya Êlihê di lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” daye destpêkirin de derbarê 20 jinan de biryara binçavkirinê da. Tevî biryarê polîsan li navend û gelek navçeyên Êlihê bi ser malan de girtin û gelek siyasetmedar û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de 15 jin binçav kirin.    Di çarçoveya heman lêpirsînê de duh jî li Amed û Îdirê jin hatin binçavkirin. Aktivîstên TJA’yê Hacîre Tanirgan û Leyla Bayram li Amedê, jineke ku navê wê nehat zanîn jî li Îdirê hate binçavkirin. Her sê jin anîn Miduriyeta Polîsan a Êlihê.    Hejmara jinên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin derket 18’an.    Navên jinên ku li Miduriyeta Polîsan a Êlihê tên ragirtin wiha ne: "Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, Hevşaredara Kaniya Henê Gulistan Sonuk, Hevşaredara Hezoyê Nazîme Avci, Hevseroka HDP’a Êlihê ya Berê Fatma Ablay, Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Semra Guneş, Endama Meclîsa Şaredariya Êlihê Sebahat Acar, Hevseroka HDP’a Navçeya Navendî Gurbet Dogan, aktîvîstên TJA’yê Gurbet Bozyîgît, Halîde Keser, Gulnûr Delî, Zeynep Odûncû, Rûken Zeryam Işik, Şukran Çelebî, Nûran Altan û hunermenda kurd Sevda Adirbelî.”