Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin 2022-06-14 11:37:17   ENQERE - Bi sedan jin beriya danişîna ji bo betalkirina Peymana Stenbolê li pêşiya Şûreya Dewletê hatin gelhev û gotin ku dev ji Peymana Stenbolê bernadin.     Nûnerên jin ên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), Paltforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), Komeleya Jinên Paşverû (ÎKK), Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê yên Milê Xizmeta Sewalkarî, Hawirdor, Daristan û Çandiniyê (Tarım Orkam-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), gelek komele, baro û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşener jî di nav de bi giştî 17 sazî û gelek kes beriya destpêkirina danişîna ji bo betalkirina Peymana Stenbolê li pêşiya Şûreya Dewletê hatin gelhev û daxuyanî dan çapameniyê.    Di daxuyaniyê de pankartên "Em Dev ji Peymana Stenbolê bernadin" , "Em naxwazin agahiyeke din a tundiya zilaman bibihîzin. Em Dev ji Peymana Stenbolê bernadin" hat vekirin û dovîzên "Wekhevî" û "Dest nede qanûnan pêk bîne" gatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de timik dûrişmeya "Peyma Stenbolê dide jiyîn" hat berzkirin.    Di daxuyaniyê de nûnerên rêxistinên jinan mafê axaftinê girtin û derbarê peymanê de axaftin kirin û destnîşan kirin ku wê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.