Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin 2022-06-14 17:08:06   AMED - Danişîna doza parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş hat taloqkirin.    Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ûlaş a ku ji doza Komeleya Jinan a Rosayê tê darizandin, carek din derket pêşberî dadger. Danişîna 5’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 8’emîn hat lidarxistin. Ulaş a ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin û parêzerên xwe tev li danişînê bûn. Gelek parêzeran doz şopand. Dozger mutalaya xwe danişînek beriya niha dubare.    Ulaş li dijî mutalayê parastina xwe kir û xwest doz bê betalkirin. Parêzerên Ulaş jî parastina wê kirin û xwestin biryara dozê bê dayîn. Dadgehê danişînê taloqî 22’yê îlonê kir.