Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike 2022-06-17 10:53:19 ÎZMÎR - Jinan di salvegera qetilkirina Denîz Poyraz a yekemin de soza berdewamiya têkoşîna edaletê dan û gotin: “Roniya Denîzê wê tariyê ronî bike.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jin Bi Hev Hezdar in a Îzmîrê ji bo bîranîna Denîz Poyraz a sala par rojek wek îro li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin, li Qada Cumhuriyetê bibîr anîn.    Di daxuyaniyê de dovîzên “Dem dema Denîzan e” hatin hildan û dirûşmên “Denîz Poyraz îsyana me ye” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Dayika Poyraz, Fehîme Poyraz, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek jin tev li bernameyê bûn.    Li ser navê Jin Bi Hev Re Hêzdar in Dîdar Gul axivî û ew ê li her deverê soza Denîz bejin û edaletê bixwazin, ne salek hezar sal jî derbas bibe dê dest ji têkoşîna xwe bernedin.    'HÊZA LI PEY KUJER JÎ SÛCDAR E’    Piştre Parlamentera HDP'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît axivî û diyar kir ku yên li Tirkiyeyê wekhevî û demokrasiyê dixwazin her tim tên qetilkirin. Koçyîgît destnîşan kir ku îro beriya salekê li sêyemîn bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê, êriş li dijî partiya mezin a sêyemîn pêk hat û hevrêya wan Denîz hat qetilkirin û wiha got: "Tariya ku hevrêya me ji na me bar kir, ne bi tenê bû. Li pey êrişkar hêzek tarî heye. Ev hêza tarî jî sûcdar e. Em li edaletê digerin. Salek bû lê edalet nehatiye. Lê mixabin qatil cesaretê dibîne ku were salona dadgehê û heqaretê li malbata Denîz û me bike. Hûn nikarin me bi komkujî û zextan bitirsînin. Jinan zû ve dest bi meşa azadiyê kiriye. Meş didome. Heta hesabê vê zîhniyeta qetlîamker neyê pirsîn em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ne HDP ne jî jin ne jî kurd wê netirsin û paş ve gavê biavêjin. Em ê li ser bîranîna Denîzê aştî û azadiyê bînin vî welatî. Ronahiya Denîzê wê tarîtiyê ronî bike.”    Piştî axaftinan jinan qerenfîlan avêtin behre û dawî li daxuyaniya xwe anîn. Di vê navberê Fehîme Poyraz dayika Denîzê axivî û got: “Denîza min bi hezaran jinên wek te hevrêyên te hene.”