Li Edeneyê jinek hat qetilkirin 2022-06-20 11:48:31   EDENE - Jina bi navê Hatîce Bayram li navçeya Saîmbeyliyê ji aliyê Mûstafa K. ve bi çekê hat kuştin.   Jina bi navê Hatîce Bayram li Taxa Çeralan a navçeya Saîmbeyliyê ya Edeneyê ji aliyê xezûrê xwe Mûstafa K. ve bi çekê hate qetilkirin. Hat zanîn ku hevjînê Bayram 4 sal berê jiyana xwe ji dest daye.     Piştî qetilkirina Bayram, kujer K. hatibû binçavkirin û derheqê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin.    KEÇA WÊ JÎ HATIBÛ QETILKIRIN   Hat zanîn ku keça Bayram, Tûgçe Dûman û xizma wê Melek El Şemo jî di 24'ê gulana 2021'an de hatibûn qetilkirin.     Dûman, ji aliyê zilamê bi navê Furkan A. ve bi darê zorê hatibû revandin û piştî 11 rojan jî reviya bû. 20 roj piştre jî cenazeyê Tûgçe Dûman di wesayîtekê de û ya xizma wê Melek El Şemo ku xwestibûn ji wir bireve jî li herêmeke nêzî wesayîtê hatibû dîtin. Cenazeyên jinên hatine kuştin ji aliyê karkerên ji kar vedigeriyan hatibûn dîtin. Ji kuştina Dûman û Şemo zilamê bi navê Mûrat A. sûcdar hat dîtin û hate girtin.