Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e 2022-07-07 15:04:42   AGIRÎ - Di doza Kazim Altinmakas ê Fatma Altinmakas qetil kiribû de parêzer Mîr Bedirhan Ayaz wiha got: “Em dizanin ku kujer ne tenê kesek e, bi zexta civakî pêk hatiye."    Kujer Kazim Altinmakas di 14ê tîrmeha sala 2020'an de jina bi navê Fatma Altinmakas qetil kiribû. 9'emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Panosê hate dîtin. Di danişîna dozê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya STAR a Jinê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, (OHD), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Semra Ozden, parêzerên Navenda Mafên Jinan ên Baroya Wan û Mûşê û parêzerê Fatma Altinmakas, Mîr Bedirhan Ayaz amade bûn. Daxwaza tevlibûna danişînê yên Baroya Wan û Mûşê hatin redkirin.    Parêzerê Kazim Altinmakas bi riya Pergela Înformatîk a Deng û Dîmen  (SEBGÎS) tev li danişînê bû û bi îdiaya "mexdûr bûye" xwest miwekîlê wî were berdan.    PRZ. AYAZ: EV KUŞTINEKE POLÎTÎK E   Parêzer û di heman demê de birayê Altinmakas, Mîr Bedirxan Ayaz anî ziman ku ji serî heya binî lêpirsîn bi awayekî derhiqûqî pêş ketiye û wiha got: “Bi taybet jî meclisa malbatê derheqê xwîşk û miwekîla min de biryara kuştinê da ye. Em dizanin kujerê vê kuştine ne tenê kesek e. Ev kuştin bi zexta civakê hatiye kirin. Em hewl didin ku faîlên din jî têkevin nava dosyeyê. Ji bo ku em vê kuştina polîtîk derxin holê çi ji destê me bê em ê bikin."    DOZ TALOQ BÛ   Şandeya dadgehê biryar da ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, rewşa girtî ya Kazim Altinmakas bidome û doz taloqî 6'ê cotmehê kir.