Atasoy: Aydenîz vîna me ye 2022-07-29 09:04:34   AMED - Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy ku bertek nîşanî biryara derbarê biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîzê da, got: "Saliha Aydenîz vîna me ya hilbijartî û Hevseroka Giştî ya DBP'ê ye û wê tim wisa be."   Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya Amedê Gulistan Atasoy diyar kir ku biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ji bo wan bêhukm e û got: "Di bingeha dengdayînê de dijminatiya li hemberî kurdan û jinê heye. Em jin vê biryarê nas nakin, Aydenîz dê her vîna me be."    Di çarçoveya xebatên biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de, civînên Komîsyona Têkel a ji Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tê, bi dawî bûn. Piraniya Komîsyona Têkel biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz da. Dê rapora ku şerhên li ser biryara komîsyonê bên nivîsandin jî tê de di meha cotmehê de li Meclisê bê nîqaşkirin.     133 SAZIYAN BERTEK NÎŞAN DA   Bertekên li dijî rakirina parêzbendiya Aydenîz dewam dikin. 133 saziyên ku bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Jinan a Rosayê bertek nîşanî biryara Komîsyona Têkel a ji Komîsyona Destûra Bingehîn û Komîsyona Edaletê ya Meclisê pêk tê dan.    Yek ji îmzevanan Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Gulistan Atasoy derbarê biryara betalkirina parêzbendiya Aydenîz de ya Komîsyona Têkel axivî. Atasoy da zanîn ku hinceta rakirina parêzbendiya Aydenîz di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de tiştekî yekemîn e û got: "Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de tiştekî cara ewil rû da, ji lew re ji ber qanûna jimare 2911'an cara ewil parlementerî tê betalkirin."    ‘DIJMINATIYA LI HEMBERÎ JINAN'   Atasoy bi lêv kir ku  di bingeha dengdayina ji bo rakirina parêzbendiyê de dijminatiya dîrokî ya li dijî gelê kurd û jinên kurd heye û tiştên berê li dijî jinên kurd ên siyasetmedar hatine kirine niha li Aydenîz hatine kirin. Atasoy got: “Ji aliyekî ve rengvedana siyaseta dijmin e, li aliyê din jî amadekariyeke AKP’ê ya ji bo hilbijartinê ye. AKP her ku nêzîkê hilbijartinan dibe, hewl dide civakê hîn bêtir parçe bike û berberîbûnê têxe nava wê û vê yekê jî di ser dijminatiya li hemberî kurdan de dike."    BÊDENGIYA MUXALEFETÊ!   Atasoy anî ziman ku pirsgirêka sereke ya muxalefetê ew e ku li ber hemû pêkanînên hikûmetê bêdeng e û got: “Ev yek astengiyeke mezin e ji bo demokratîkbûna pêvajoya bê. Heger piştî her pêkanînên AKP'ê yên dijhiqûqî û zordestî ev yek bandorê li kurdan bike û muxalefet xwe li bêdengiyê deyne, mixabin ev ji bo pêşeroja Tirkiyeyê jî pirsgirêkeke girîng e. Em li bendê ne ku hemû derdorên ku bi rastî jî dibêjin demokrasî, wekhevî û azadî li Lijneya Giştî helwesta xwe ya li hemberî vê biryarê diyar bikin. Ne tenê kurd, pêwîstiya gelên Tirkiyeyê jî gelekî bi vê yekê heye."   ‘VÎNA ME YE'   Atasoy di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ev biryar ji bo me jinan pûçe û betal e. Saliha Aydenîz vîna me ya hilbijartî ye û hevseroka me ya giştî ya DBP'ê ye. Mîna Leyla Guven, Semra Guzel û hemû wekîlên me yên di girtîgehê de, vîna me ye û wê tim wisa be."   MA / Eylem Akdag - Mujdat Can